Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Dresden ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin.
Hevserokê Kon Med Kerem Gok, hevserokê Fed Kurd Menderes Canbek, siyasetmedar Dîlek Ocalan û Necdet Atalay beşdarî civîna gel a ji aliyê Mala Jina û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat lidarxistin, bûn.
Pêşî Dîlek Ocalan axivî û wiha got: “Netewe dewlet bi armanca hebûna xwe bidomînin li Rojhilata Navîn rêyekê vekin bi komploya navneteweyî Rêberê me dîl girtin. Difikirîn ku bi vê esaretê dikarin gelê Kurd bitepisînin, lê îro Kurd li seranserê Kurdistanê di nava berxwedanê de ne. Netewe dewlet ji ber fikrên Rêbertiya me ketine nava êrîşeke wiha berfireh û topyekûn. Lê belê Rêberê me bi modernîteya demokratîk a ku li dijî modernîteya kapîtalîst afirand 'rêya sêyemîn' pêşkêşî me kir. Di vê çarçoveyê de divê em jî rol û mîsyona xwe bibînin û binirxînin. Divê em bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigirin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê em bi awayekî çalak beşdarî meşa ku em ê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê li dar bixin bibin. Di vê xalê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê. Divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
ATALAY: EM LI BER BERXWEDANA BERXWEDANA DÎROKÎ NE
Siyasetmedar Necdet Atalay jî got, “Em di serdemeke ku zêdetir hewcedariya me bi hev re heye de ne, em ê xwe biparêzin û piştgiriyê bidin hev. Weke gelê Kurd du çekên me yên bi hêz hene. Ya yekem ji van jî têkoşîna gerîla ye. Hêzeke me heye ku tenê xwedî çek û bawerî ye û bi bedelên canê xwe li ber xwe dide. Ev hevalên me yên ku berxwedana xwe didomînin erka xwe bi cih tînin. Hêza duyemîn em in; yanî dînamîka me ya civakî. Em weke gel bi sekna li pişt gerîla û Rêbertî ne. Dema ku em ya rast bidomînin bandorê li herikîna jiyanê dikin. Sînerjiya ku bi vî rengî derdikeve holê, wê moralê bide hevrêyên me yên li Kurdistanê şer dikin û hevalên me yên li zindanan.
'HEMÛ PÊKHATE XWEDÎ LI BANGA RÊBERTIYÊ DERDIKEVIN’
Sê peyamên ku Rêbertiya me di vê pêvajoyê de dane me hene. Di peyama yekemîn de diyar kir ku tecrîd didome û divê em têkoşînê bidomînin û vê têkoşînê berfireh bikin. Peyama duyemîn ji dewletê re tê kirin. Rêbertiya me diyar dike ku hêza wî heye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Di eniya Kurd de hemû pêkhateyên mexwddî li vê bangê derketin û li pişt Rêbertiyê ne. Di vê xalê de em dibînin ku ti pirsgirêk nîne û em di nava yekîtiyê de ne. Peyama sêyemîn silav e; Ji bo hemû kesên ku di têkoşînê de cih girtine spasiyek bû.
'EM JI KOLNÊ SILAVÊ JI RÊBERTIYÊ RE BIŞÎNIN'
Niha di 16’ê Mijdarê de ji Kolnê silavan ji Rêbertiyê re bişînin. Armanca me ew e ku em bi sed hezaran, bi milyonan li wir bin. Em bi wergirtina vê silavê kêfxweş bûn û divê em bi milyonan carên din silavan bişînin. Ji ber vê yekê divê her yek ji me xwe bi berpirsyar bibîne û hewl bide kesên derdora xwe tevlî vê çalakiyê bike.”