'Bila dost û dijmin hêza gelê me li Kolnê bibînin'
Hunermend Comerd û Seyda Perînçek ên beşdarî amadekariyên meşa mezin a li Kolnê bûn, gotin, "Di wê rojê de (16'ê Mijdarê) ji bo hêz gelê me nîşanî dost û dijmin bidin divê her kes li Kolnê bin.”
Hunermend Comerd û Seyda Perînçek ên beşdarî amadekariyên meşa mezin a li Kolnê bûn, gotin, "Di wê rojê de (16'ê Mijdarê) ji bo hêz gelê me nîşanî dost û dijmin bidin divê her kes li Kolnê bin.”
Amadekariyên ji bo meş û mîtînga di çarçoveya qonaxa duyemîn a "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 16'ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, bê navber didomin. Hunermend Hozan Comerd û Seyda Perînçek jî tevlî amadekariyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê bûn.
HOZAN COMERD: DIVÊ EM WÊ ROJÊ HÊZA XWE NÎŞAN BIN
Di çarçoveya xebatên meş û mîtînga navendî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê amadekariyên dovîz, al, flama, broşur û belavokan hatin kirin.
Hozan Comerd ku beşdarî xebatan bû wiha axivî: “Ez bang li hemû gelê me yê li Ewropayê dikim. Gelê me 40 sal in baş dizane ku her roj wek hev e. Her roj bi fedekarî û hewldanên bêhempa keda gelê Kurd tê avakirin. Ji ber vê yekê 40 sal, heta 100 sal in nêzîkatiya dijmin a li hemberî me li çiyayan, Şengal, Rojava û Başûr li holê ye û her roj didome. Lewma ji bo parastina nirx û azadiya gelê Kurd û Rêbertiyê divê hemû gelê me di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bin û moralê bidin gelê xwe. Divê wê rojê hêza xwe ya li hemberî hemû cîhanê û dijmin eşkere bike.”
SEYDA PERÎNÇEK: EM AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERIYA XWE BIQÎRIN
Hunermend Seyda Perînçek diyar kir ku niha amadekariya 16’ê Mijdarê dikin û got, “Divê hemû gelê me yên li Ewropayê beşdar bibin. Werin wê rojê em dengê xwe ji vir bigihînin gelê xwe yê berxwedêr. Werin em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ji hemû cîhanê re biqîrin. Bila hemû dewlet, dost û dijmin, hêza me û hêza gelê me bibînin.”
Piştî xebatên amadekariyê ciwanan li gelek navçeyên Kolnê belavok û broşur belav kirin.