BI DÎMEN

Ji bo Çelîk ê di greva birçîbûnê de ye çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin

Mehmet Çelîk ji ber neheqiyên ku li Yewnanistanê dijî dest bi greva birçîbûnê ya domdar kir. Kurdistaniyan ji bo serbest berdana bavê du zarokan Mehmet Çelîk çalakî li dar xist.

Kurdistaniyan ji bo piştgiriyê bidin penaberê siyasî yê Kurd Mehmet Çelîk ku li Şaxa Biyaniyan a herêma Petrou Rallî ya Atînayê bi awayekî derhiqûqî tê girtin, bi daxwaza serbestberdanê dest bi greva birçîbûnê kiriye, çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Girseyê pankarta “Ji Mehmet Çelîk re azadî” hilgirt û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, "Mehmet Çelîk rûmeta me ye" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Girtiyan jî ji pencereyan bi sembola serfiraziyê û dirûşmeyan piştgirî dan çalakvanan.
Di çalakiya de wergera Îngilîzî û Tirkî ya nameya Mehmet Çelîk ku bi rêya parêzerê xwe şandî hat xwendin.

26 MEHAN BI AWAYEKÎ NEHEQ EZ MEXDÛR KIRIM 

Di nameya xwe de anî ziman ku wekî tevahiya gelê Kurd, ew û malbata wî ya Amedî jî ji ber Kurdbûna xwe rastî zilm, êşkence, qirkirin û faşîzma Tirkiyeyê hatine.

Çelîk da zanîn ku di sala 1991'an de mala wan hatiye şewitandin û malbata wî bi darê zorê ji gund hatiye derxistin. Di 15'ê Îlona 2015'an de birayeke wî hatiye qetilkirin, birayeke wî jî ku xwendekarê zanîngehê bûye, ji ber çalakiyên legal hatiye girtin û 26 sal ceza lê hatiye birîn. Herî dawî ji ber zextên dewletê, bi gefên sîxurtiyê, girtin û êşkenceyê ket rewşeke neewle, loma neçar ma ku di sala 2021'an de welatê xwe biterikîne û derveke derveyî welat. Çelîk serboriya xwe ya li Yewnanistanê wiha anî ziman: "Dema ez di rê de bûm keştî li herêma navnetweyî xera bû. Keştiyeke sotemeniyê hemû rêwî xilas kirin û ew teslîmî qereqola Girit-Hanyayê kirin. Ji ber ku nasnemeya min a Tirkiyeyê bû, polîsan bi gumana alîkariya kaptanan ez jî girtim. Tevî ku îfadeyeke neyînî jî li ser min nehatibû dayîn ez 26 mehan girtî mam. Ez di dadgeha 7'ê Kanûna 2023’yan de serbest hatim berdan. Nesûcdariya min hat piştrastkirin. Lê tevî vê yekê ez 26 mehan mexdûr kirim. 8'ê Kanûna 2023’yan ji ber nebûna evraqên xwe, ez li qereqola Hanyayê hatim binçavkirin. Bi tevahî 75 rojan li wir mam. Piştre ez anîm şaxa Aldagapon a Atînayê. Li vir jî 55 rojan mam û piştre ez birim kampa Mandalezayê. Ji 16'ê Nîsana 2024'an heta 3’yê Cotmeha 2024'an ez li kampê mam. Lê ji 4'ê Cotmeha 2023’yan û vir ve jî dîsa li şaxa Aldagaponê ya Atînayê têm girtin."

EV NE TEDBÎR E CEZAKIRINE

Mehmet Çelîk diyar kir ku ev 11 meh e bi awayekî bêsûc bêsedem tê girtin û sedema greva xwe ya birçîbûnê bi van gotinan anî ziman: "Girtina min ji bo polîsên Yewnan ne tedbîrek e, êdî veguheriye rewşeke cezadarkirinê. Ev sê sal in ez mexdûr im. Bi awayekî bêsûc girtî me û li qereqolê têm girtin. Ez êdî nikarim debara malbata xwe bikim. Ji ber vê yekê malbata min jî mexdûr dibe. Ji bo ku bi awayekî demildest dawî li mexdûriyeta min bînin, ez ji 30'ê Cotmeha 2024'an ve dest bi greva birçîbûnê ya domdar dikim."