BI DÎMEN

Fedaî li Parîsê hatin bibîranîn: Sekna fedaîtiyê xeta serketinê ye

Şahîn Polat çalakiya fedaiyan nirxand û diyar kir ku xeta berxwedanê ruhê bingehîn ê destkeftinê ye. Celîl Akdogan jî got, "Ji bo xurtkirina destê Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin."

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo Asya Alî û Rojger Hêlîn ên li dijî TUSAŞ’ê ya li Enqereyê çalakiya fedaî pêkanîn û nemirbûn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Kurdistaniyên welatparêz beşdarî bîranîna ku li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat lidarxistin, bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê Şahîn Polat têkildarî pêvajoyê axivî.

Polat diyar kir ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û got, “Di heman demê de ji her demê bêhtir nêzî azadiyê dibin. Divê em di serî de hevrêyên ku çalakiyên fedaî pêk anîne, baş fêm bikin. Çalakiyên ku kirine xwedî wateyek e ku peyamê hem dide me û hem jî dide dijmin. Çalakiyên ku ew dikin rêya me ronî dikin û rêya me vedikin.”

SEKNA FEDAÎ XETA SERKETINÊ YE

Polat anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla, zindanan û gel tengijiye û wiha domand: “Di encama têkoşîna hat dayîn, dewlet neçar ma ku biçe ber lingên Rêber Apo.  Ya ku divê em bikin piştî vê qonaxê ew e ku bi berfirehkirina têkoşînê re destê Rêber Apo xurtir bikin. Mînaka yekem a vê yekê dîsa hêzên fedaî yên vî gelî nîşan da. Di gava yekemîn a pêngavê di 1’ê Cotmeha 2023’yan de şehîd Erdal û Rojhat avêtin. Çalakiya di 24’ê Cotmehê de hat lidarxistin li ser vê bingehê ye. Ev bersivek e. Ew neçar man ku biçin ber lingên Rêber Apo. Peyama ku di vê çalakiyê de hatiye dayîn ev e. Em ji xeta fedaî paşde gav navêjin, ji ber ku xeta berxwedanê, xeta fedaî esas e, ruhê bingehîn ê destkeftiyan e. Wê demê erka me ew e ku di çarçoveya pêngavê de layiqî vê seknê bibin, nîşan bidin ku em li pişt vê seknê ne.”

'JI BO DESTÊ RÊBER APO XURT BIBE ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’

Celîl Akdogan li ser Malbatên Şehîdan axivî û diyar kir ku di her kêliya dîroka Kurdistanê de şehîdan rêbertiya gelê Kurd kirine û wiha axivî: “Şehîdên me bi canê xwe nîşanî me dan ku em ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo azadiya xwe çi bikin û bê çiqasî nirxdar û bi qîmet in. Erka me ye ku em layiqî wan û têkoşîna wan bin. Em li ku dibin bila bibin, pêwîste em layiqî jiyan û têkoşînê bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin jiyana azad, welatê azad û Rêbertiya azad a ku ew armanc dikin misoger bikin. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin. Berxwedana Îmraliyê ev 26 sal in derbê li dijmin dide. 44 meh in me ji Rêberê xwe ti agahî negirt. Di 23’yê Cotmehê de hevdîtina bi malbatê re çêbû. Helbet ji bo me pir girîng e ku me agahiya baş ji tenduristiya Rêber Apo girt. Lê ev têra me nake. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û heta ku ev pêk were em ê têkoşînê mezin bikin. Em di vê mijarê de bi biryar in. Ji bo xurtkirina destê Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin. Ji Rêber Apo re azadî. Pêngava azadiyê ketiye sala xwe ya duyemîn. Di 16'ê Mijdarê de wê li bajarê Koln ê Elmanyayê meşeke gelekî girîng bê lidarxistin. Ji bo destê Rêber Apo xurt bibe ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, bi ruhê seferberiyê em we vedixwînin meş û mîtînga 16'ê Mijdarê li Kolnê pêk were.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna berxwedêran hatibû amadekirin hat pêşandan.