NÛ BÛ

Jîna Emînî li bajarên Ewropayê hat bibîranîn, berxwedana girtiyan hat silavkirin

Jîna Emînî li gelek bajarên Ewropayê hat bibîranîn. Di çalakiyê de mîmarê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana girtiyên jin hat silavkirin.

Jîna Emînî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin, li paytexta Elmanya Berlîn û Frankfurtê, li paytexta Swêd Stockholmê û li paytexta Holanda Amsterdamê hat bibîranîn.

FRANKFURT

Li Frankfurtê bi boneya 2’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Hessen, KJAR û saziyên demokratîk ên Îranê ve meş hat lidarxistin. Meşa li Hauptwacheyê destpê kir li Alte Operê bi dawî bû.

TJK-E’yê di çalakiyê de ev peyam da

“Serhildanên ku ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaqî yên girêdayî dewleta Îranê ve hat qetilkirin, hat destpêkirin, Îranê hejand û tevgereke ku sînorên Îranê derbas kir derket holê. Li dijî zext û zordariya zayendî û ferzkirina nixumandinê jinên wêrek tevgera ‘Jin Jiyan Azadî” dan destpêkirin. Armanca wan ew bû ku civakek azad, wekhev û edaletê ava bikin. Grev û çalakiyên karkeran, mamosteyan, xwendekaran û gelek beşên civakê li Îranê belav bûn. Li dijî polîtîkayên zordetî û ji bo mafê jiyaneke bi rûmet. têdikoşin.

Îran her ku diçe bi tundî bersivê dide daxwazên jinan û çalakvanan. Dewlet ji bo ku hevgirtina gelan a ku zêde dibe bişkîne her ku diçe zêdetir serî li darvekirinê dide. Ji bo tirsê têxe nav civakê û dawî li hemû çalakiyan bîne cezayê mirinê dide û wan bi darve dike. Cezayê darvekirinê ji bo terorîzekirina tevgerên civakî weke amûrê bi kar tîne. Ji bilî darvekirinên hovane, dewleta Îranê rêbazên din ên zextê jî bi kar tîne. Li girtîgehan êşkenceyeke dijwar dike, azadiya îfadeyê bi awayekî sîstematîk tê tepisandin û çalakvan timî di bin çavan de tên girtin. Jinên ku li dijî çewisandina bi darê zorê ne, di raya giştî de tên biçûkxistin, girtin an jî li wan didin. Di heman demê de gelê Îranê tûşî gendeliya mezin û rewşa wêranker a mafên mirovan dibe. Dewlet pirsgirêkên civakî û aborî yên welat paşguh dike û ji bo desthilatdariya xwe bidomîne serî li tundiyê dide."

Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin û hemû saziyan peyamên xwe dan.

 STOCKHOLM

Meclîsa Jinê ya Ronak û Meclîsa Jinê ya Amara ya Stockholmê ve li Qada Norrabantorgetê çalakî li dar xistin. Piştî daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat xwendin, li ser navê Meclîsa Jinê ya Ronak û Amara axaftin hatin kirin.

Li ser navê jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat Rûbar Yûsif axivî û got, “Di destê min de posterê Rêber Apo heye, min bim taybetî anî. Ji ber ku mîmarê felsefeya jiyanê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Rêber Apo bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî’ me fêrî têkoşînê kir û hişmendiya jiyana azad ava kir.”

Rûbar Yusif wiha dewam kir: "Jin bi têkoşîna xwe nîşan da ku bê jinan jiyan nabe. Xwedîderketina li Jîna Emînî tê wateya xwedîderketina li hemû jinan."

AMSTERDAM

Li paytexta Holanda Amsterdamê bi boneya 2’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî çalakî hat lidarxistin. Derdor eleqeyek mezin nîşanî çalakiya li qada Dam a dîrokî hat lidarxistin, da.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê duyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî hat silavkirin û kesên di şexsê Jina Emînî de hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya KJAR-Berlîn, Jinên Xwendakar, Verein Iranischer Fluchtlinge li Qada Hermannplatzê hatin ba hev û meşiyan. Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî, Kolektîfa Afganistanê, Meclîsa Jinê ya Dest Dan û gelek kolektîv beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ev peyam hatin dayîn:

Jîna Emînî ji ber ku Kurd bû û jin bû hat qetilkirin û ev rê li ber şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" vekir. Rejîma Îranê zext û zordariya xwe ya li ser jin, ciwan û kêmnetewan didomîne. Cezayên darvekirinê zêde dibin û li dijî vê berxwedana li girtîgehan didome. Her ku roj bi roj şer û zilma li ser jinê girantir dibe, berxwedan bi xurtî didome.
Koma enternasyonalîst stranên Kurdî gotin.

FREIBURG

Komîteya Solî ya Kurdistanê ya Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ji bo Jîna Emînî ya ku 2 sal berê ji aliyê "Polîsên exlaqê yên Îranê" ve hat qetilkirin û 4 çalakvanên jin ên ku biryara darvekirinê lê hatin birîn, li navenda bajarê Freîbûrgê û li ber Zanîngeha Freîbûrgê standa agahdarkirinê vekirin.

Di çalakiya ku xwendekaran eleqeyeke mezin nîşan da, belavok hatin belavkirin û bal kişandin ser kampanyaya îmzeyan a li dijî darvekirinê.

BREMEN

Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin li bajarê Bremen ê Elmanyayê hat bîranîn. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinê ya Sêvê hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Îranê hê jî cezayê darvekirinê didin jinan û got, “Hejmara kesên ku heta niha hatine girtin gelek zêde ye. Gelek jê tên êşkencekirin. Hin kes bi îdiaya "gendelî" an jî "dijminatiya Xwedê" hatin cezakirin. Rayedarên dewleta Îranê dest bi darvekirinê kirin. Ji ber nebûna agahiyan hejmarên rast nayên zanîn. Cezayê darvekirinê zêde tê bikaranîn. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî par li Îranê 853 kes hatin îdamkirin. "Ev hejmar ji sala 2015an vir ve herî zêde ye û îsal herî kêm 345 kes hatine îdamkirin."

Çalakiya li Bremenê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

BRUKSEL

Kudistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya komîteyên PJAK û KJAR'ê ji bo şermezarkirina qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ku bû sedema destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" li ber Sefaretxaneya Îranê kom bûn.

Çalakvanan dirûşmeyên "Gel hesyar e, xwînmijan naxwaze", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî yekîtiya gelan" berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê PJAK û Komîteya KJAR a Ewropayê hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “Îro duyemîn salvegera destpêkirina serhildanê û belavbûna felsefeya Jin Jiyan Azadî ye. Rast e ev demeke bêdengî heye, lê ev nayê wê wateyê ku fikir û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têk çûye. Ji ber ku ev serhildan her tim dikare ji nû ve dest pê bike. Keça Kurd Jîna Emînî ya ku bi êşkenceyê hat qetilkirin, bû sembola serhildana "Jin Jiyan Azadî". Ev dirûşme li hemû cîhanê belav bû û bi saya hêza felsefeya li pişt wê bû hêviyeke mezin ji bo hemû gelên cîhanê û her wiha bû tirsa dîktatorên mezin ên cîhanê.”

Di çalakiyê de tevî gelek alên PJAK-KJAR'ê, wêneyên bi dehan têkoşeran û pankarta "Jin Jiyan Azadî" hatin daliqandin. Her wiha ji bo şermezarkirina darvekirinê porê jinan li ber sefaretxaneyê hat daliqandin.

Çalakî bi qasî saetekê dewam kir.

KIEL

Jîna Emînî li bajarê Kîel ê Elmanyayê li Europaplatzê hat bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Defend Kurdistan û Jiyana Jin hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser komkujiyên li çar parçeyên Kurdistanê û tecrîd, zext, çewisandin û darvekirina jinan axaftin hatin kirin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Jîna Emînî nemir e" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.