TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlîbûna çalakiya 31’ê Tebaxê kirin

TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlîbûna meşa di 31’ê Tebaxê de li dijî êşkenceya Îmraliyê were lidarxistin, kirin.

Koordînasyona Swîsreyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û  Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) banga tevlîbûna meşa ku wê di 31’ê Tebaxê de were lidarxistin, kirin.

Koordînasyona Swîsreyê banga tevlîbûna meşa ku di çarçoveya pêngava ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’’ de li bajarê Lozan ê Swîsreyê destpêkirî û tê plankirin ku li Cenevreyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) veguhere çalakiyê, kir.  
Koordînasyonê di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ev 42 meh in agahî nayê girtin û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku têkildarî vê mijarê li ber xwe bidin. 

Naveroka daxuyaniya Koordînasyonê bi vî rengî ye;

‘’Me bi daxuyaniya 18’ê Cotmeha 2023’yan re  biryardariya xwe ya di mijara pêşengtî û tevlîbûna pêngava’’ Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’’ de  ji raya giştî re eşkere kiribû. Di vê qonaxa ku em hatinê de têkoşîna Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêzeke mezin daye pêngavê û pêngav pêş ketiye ku ev yek li seranserê cîhanê daye îspatkirin.  Weke ciwanan dema wê ye ku em tiştên Rêber Apo nîşanî me dane, danin ber çavan û nîşan bidin ku ciwantiya ji bo azadiyê têdikoşe tu astengiyan li pêşiya xwe nabîne. Ciwantî hêza mezin e. Dem dema wê yekê ye em nîşan bidin ku em ê bi vê hêzê pêngavê bigihînin serkeftinê.  Ev 42 meh in bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê standin ku Rêber Apo ev 26 sal in di odeyeke 12 metrekareyî de li ber xwe dide. Bi cezayên dîsîplînê yên nû têkiliya di navbera Rêber Apo û gelan de her roj tê qutkirin. Em weke TCŞ û TekoJIN’ê bang li hemû aliyên demokratîk dikin ku tevlî meşa ku wê di 31’ê Tebaxê de li bajarê Lozanê dest pê bike û li pêşiya bînaya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi dawî bibe, bibin. Werin em destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo bidin zanîn û li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Her wiha azadiya Rêber Apo û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî têkoşînê ye.  Roj roja mezinkirina berxwedanê ye. Di serî de ciwanên Kurd em bang li hemû gelê me yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevlî vê meşa ku wê di çarçoveya pêngava 10’ê Cotmehê de bê lidarxistin, bibin.’’