BI DÎMEN

Cenazeyê welatparêzê Kurd Doner hat veşartin

Cenazeyê welatparêzê Kurd Bektaş Doner li Parîsê hat veşartin.

BEKTAŞ DONER

Cenazeyê Bektaş Doner ê ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li herêma Champigny a Parîsê bi beşdariya malbat, hezkirî û hevrêyên wî, hat veşartin.

Bektaş Doner ê ku li Parîsê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, piraniya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê derbas kir. Bektaş Doner di nava hevrêyên xwe weke kesayetek kedkar dihat naskirin. Wefata Doner bandoreke mezin li malbat, hezkirî û hevrêyên wî kir.

Bi sedan kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê Bektaş Doner bûn. Hevserokê CDK-F Şahîn Polat, nûnerê CÎK'ê, ji FEDA’yê Pîr Riza û malbata wî li ser jiyan û têkoşîna Bektaş Doner axivîn.

Cenazeyê Bektaş Doner, li ser wasiyeta wî bi sirûdên "Herne Pêş" û "Ey Raqîp" hat veşartin.