BI DÎMEN

Ji Strasburgê bang li KE, CPT û DMME’yê kirin: Nebin şirîkê sûcê tecrîdê

Li Strasboûrgê daxwaza tawîzan a dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û banga; ‘Nebin şirîkê sûcê tecrîdê’ li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî hate kirin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Piştî daxuyaniya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ku gotibû dewleta Tirk li hemberî tecrîda li ser gelê Kurd Abdullah Ocalan tawîzan dixwaze, li bajarê Strasburg ê Fransayê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyaniya çapemeniyê bi beşdariya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasburgê li qada Nobeda Azadiyê ya ku 13 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, hate lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Abdullah Ocalan, ala PKK'ê û pankarta "Tu kes nikare azadiya Serok Apo bike mijara bazirganiyê" hatin hilgirtin. Li ser navê DKTM a Strasburgê Sîdar Amedî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceyê de ye. Parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin. Ev çar sal in tu agahî ji Rêber Apo tune ye. Hemû peywendiyên bi derve re qut bûne, derbarê tenduristî û jiyana Rêber Apo de ti agahî nayên girtin. Têkiliya Rêber Apo bi cîhana derve re bi temamî qut bûye. Ji bo hevdîtinên parêzer û malbatê  ti bersiv nayê dayîn û hincetên ku ceza lê hatiye birîn tên dayîn.”

DEMILDEST AGAHIYÊN DERBARÊ RÊBER APO DE PARVE BIKIN

Bi awayekî sîstematîk di navbera salên 2021-2024’an de ji her yekî re 3 meh cezayê dîsîplînê hatiye dayîn. Herî dawî jî li gorî agahiyên ku parêzeran dane, di 3’yê Gulanê de biryara qedexeya parêzeran a 6 mehan hatiye dayîn. Bi vî awayî di nava 8 salên dawî de her car 6 mehan herî kêm 13 caran hevdîtina parêzeran li Rêber Apo hate qedexekirin. Rêber Apo di girtîgeha girava Îmraliyê de  dibin şert û mercên dijwar de tê ragirtin. Bi vê tecrîda dijmirovahî re destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi parêzer, malbat û bi derve re têkeve têkiliyê. Agahiya gelê Kurd û mirovahiyê ji rewşa Rêber Apo tineye. Dixwazin me hînî vê yekê bikin û tecrîda li ser Rêber Apo qebûl bikin.Rêber Apo 75 salî ye û 26 sal in di bin navê tecrîdê de êşkenceyên hovane li ser dimeşînin Mirov nizane Rêber Apo niha li ku ye û rewşa fizîkî çawa ye. Fikarên me di asta herî jor de ne û weke gelê Kurd sebra me nemaye. Niha bi mîlyonan dixwazin ev pergala êşkence û tecrîdê bi dawî bibe. 

CPT jî li hemberî vê rewşê bêdeng e. Em ji CPT daxwaz dikin ku bêyî hincetê nûşan bide demildest biçeÎmraliyê û bi Rêber Apo r hevdîtinê bike. Her wiha em daxwaz dikin ku Konseya Ewropayê demildest gavekê bavêje. Rêber Apo ji hemû mafên mirovan bêpar hatiye hiştin. Divê KE şandeyekê bişîne Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û der barê rewşa tenduristiya Rêber Apo de agahiyên zelal bigire. Divê CPT û Konseya Ewropayê dev ji vê helwesta bêdengiyê ya ku xizmetî qirkirina Kurdan dike berde û guh bide dengê bi milyonan Kurdan. Em dizanin ku komploya li ser Rêber Apo navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji destpêkê ve ev sîstema tecrîdê plan kirin û pêk anîn.

Weke KCDK-E, li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê tên kirin, em ketine asteke ku dê ji hemû çalakî û ji çalakiyên heta niha hatine kirin, zêdetir bibe û em ketine pêvajoya seferberiyê. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dewleta Tirk a qirker a ku bi hêzên xiyanetkar û hevkar dixwaze Kurdistanê dagir bike rabin û xwedî li Rêbr Apo derkevin.

TECRÎD Û ÊŞKENCE SÛCÊN MIROVAHIYÊ NE, NEBIN ŞIRÎK!

Dewleta Tirk a ku weke gardiyanê hêzên komploger ên navneteweyî tevdigere, piştî 26 salan bi fêlbaziyên xwe yên qirêj ên nû li ser Rêbertiya me, bazariyên qirêj dike.

Berxwedana Rêbertiya me ya li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê dimeşîne nikare bibe mijara bazarî û şantajê. Ev şantaj jî bêhêvîtiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide. Rêberê gelên bindest Birêz Ocalan, pîvanên hiqûqî yên gerdûnî nayên bicihanîn. Rewşa rêveberiya me ya ku ev 5 sal in ti agahî jê nayê, me dixe nava fikaran. Em bang li saziyên pêwendîdar DMME, KE û CPT dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. Tecrîd, êşkence sûcê mirovahiyê ne. Em weke gelê Kurd em ê êdî rê nedin vî sûcî.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre îxanet", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.