Li Parîsê meşa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hate lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”  li banliyo Villiers le Bel a Parîsê meşiyan. Di meşê de pankarta "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.

Ciwanên Kurdistanî, malbat û dostên wan ên li ber stasyona trenê ya Vîllîers le Belê li hev kom bûn, heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villiers Le Bel meşiyan. Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in tecrîdê tê meşndin û  40 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Hate diyarkirin ku hêzên modernîst ên kapîtalîst dixwazin gel ji Abdullah Ocalan û fikrên dûr bixin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê bê navber dirûşmeyên "Em ê bi rihê ciwanan dîwarên Îmraliyê hilweşînin", "Ji Rêber Apo re azadî" û "Bê Serok jiyan habe" hatin berzkirin.