CDK-F’ê kongreya dema navber li dar xist

Di kongreya navendî ya CDK-F'ê de gelek nûnerên Fransayê û nûnerên pêkhateyên CDK-F'ê amade bûn, biryar hat dayîn ku li ser esasê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji êrîşên qirkirinê re bersiv were dayîn.

10’EMÎN KONGREYA DEMA NAVBER A CDK-F’Ê

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) 10’emîn kongreya xwe ya dema navber li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk anî.

Nêzîkî 300 delegeyên meclîs û komînan ji 18 navendên Fransayê hatibûn beşdarî kongreyê bûn. Cîgirê Şaredarê Herêma 19’emîn François Bechieau, endamê Senatoya Fransayê Remî Feraud, parlamenterê Parîsê Pouria Amirshahi, Şaredarê Parîsê Geneviêve Garrigos û Şaredara Herêma 10’emîn Alexandra Cordebard beşdarî kongreyê bûn.


Li salona ku kongre lê hat lidarxistin, wêneyên jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat daliqandin. 

Kongre bi deqeyek rêzgirtina di şexsê şehîd Şexmûs Milazgir de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre hevserokên CDK-F’ê Şahîn Polat û Xanê Akdogan gel silav kirin.

Civîna ku nûnerên saziyên dostên Fransayê yên beşdarî kongreyê jî bûn, bi nirxandinên rojeva siyasî berdewam kir. 

Di kongreyê de serketina teqez a pêngava ""Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” rojeva sereke bû. Di kongreyê de ku helwesta gel a li dijî desteserkirina îradeyê ya li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin, girîngiya geşkirina vê berxwedanê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li her qadê hate destnîşankirin.

Di kongreyê de êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Başûrê Kurdistanê weke sûcê qirkirina rûmeta gelê Kurd hate nirxandin û hate destnîşankirin li dor gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li dijî êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide xelekê ava bikin. Di kongreyê de ku polîtîkayên Fransa yên destekê dide qirkirina Kurdan jî hate eşkerekirin, hate gotin ku em ê di serdema nû de li dijî hewldanên tepisandina têkoşîna rewa ya welatparêzên Kurd ên bi serdegirtina malên wan, krîmînalîzekirina saziyên wan, heta dawiyê têbikoşin.

Di kongreyê de wiha hat gotin. “Gelê Kurd şerekî rewa dimeşîne. Li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li hemû cîhanê berxwedaneke rewa nîşan da.. Di serdema nû de em ê li ser esasê erk û berpirsyariyên xwe têkoşîna xwe ya rewa hîn mezintir bikin û li dora şoreşa gelê Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin."

Piştî ku endamên komîsyonê yên di serdema nû de hatin hilbijartin gel silav kirin ûkKongre bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo"  bi dawî bû.