BI DÎMEN

Xebatên konferansa netewî ya Kurd dest pê kirin

Nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Brukselê li hev civiyan û dest bi xebatên konferansa netewî kirin û diyar kirin ku li dijî êrîşên qirkirinê lezgîniya yekîtiya neteweyî ya Kurd heye.

XEBATÊN KONFÊRANSA NETEWÎ YA KURD

Komîteya dîplomasiyê ya ku ji partî û rêxistinên Kurdistanî pêk tê, di pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) de cara 28’emîn li hev civiyan. 

 

Di civîna ku li navenda KNK’ê ya Brukselê hate lidarxistin de, ji bilî nûnerên partiyên Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, kesayetên weke Mihemed Emîn Pencewînî, Tahîr Kemalîzade û akademîsyen Şivan Seîd jî amade bûn. 

Di civînê de ji bilî nîqaşên Konferansa Netewî ya Kurd, geşedanên siyasî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn cîhanê hatin nirxandin. 

Di civînê de biryar hat dayîn ku xebatên ji bo lidarxistina konferanseke ku çareseriya pirsgirêka Kurd û yekitiya Kurdan tê de bê nîqaşkirin, lez bidin xebatan û roja lidarxistina konferansê bê diyarkirin.

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê nûnerê YNK'ê yê Ewropayê Şêx Şemal û endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar ve hat kirin.  

'ÊRÎŞÊN CIDÎ LI SER ROJAVA HENE'

Seroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî beşdarî civînê bû û axaftinek kir. Îlham Ehmed diyar kir ku di warê fermîkirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di demeke navîn de ne û wiha got: “Gelek destkeftiyên me hene û gelek windahiyên me hene. Li hemberî êrîşan berxwedaneke cidî heye. Dewleta Tirk û bi taybetî jî rejîma Erdogan li Rojava li dijî gelê Kurd sûcê mirovahiyê dike. Desthilatdarên Tirk ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin pêk neyê her tiştî dikin. Hewldanên wan ên li Iraq û Rûsyayê ji bo pêşîgirtina li hilbijartinane. Tirkiye ji bo vê tawîzan dide.”

Îlham Ehmed diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de diyalog heye û diyar kir ku heta niha weke tê xwestin pêş neketiye. Îlham Ehmed sedema vê yekê wiha vegot: “Rejîm nikare bi îradeya xwe siyasetê bike, girêdayî derve ye. Ji ber ku di warê aborî û siyasî de îflas kiriye, di bin bandora dewletên derve de ye û nikare siyaseteke serbixwe bike.”

'RIZGARÎ DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE DERBAS DIBE’

Nûnerê GORAN’ê Mîran Salih da xuyakirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê di nava krîzeke siyasî û aborî de ye û got, “Ji ber van polîtîkayan gelê me bi taybet ciwanên me ji cih û warên xwe direvin. Tenê çend roj berê li peravên Îtalyayê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş ji bo me pirsgirêkek cidî ye.”

Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Hikmet Serbilind jî diyar kir ku dijminên Kurdan ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan her tiştî dikin û got: “Em Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin van êrîşan têk bibin. Ji bo vê jî divê Kurd di nava xwe de îdeolojî, bawerî û berjewendiyên hizbî bidin aliyekî û li ser berjewendiyên netewî siyasetê bikin. Rizgariya me li vir e.”

Li ser navê PJAK'ê Siyamend Muînî geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxand. Muînî amaje bi vê yekê kir ku Îran di qonaxeke pir dijwar û aloz re derbas dibe û got, “Divê Kurd li dora stratejiyek hevpar bibin yek û têbikoşin. Divê Kurd di hilbijartinên Îranê de piştgiriya tu berbijarekî nekin. Ji ber ku hemû dijminên Kurdan in. Jixwe hilbijartin dijdemokratîk û neqanûnî ne. Ew şanoyek e.”

‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI NAVA QEYRANÊ DE YE’

Piştre Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şex Şemal mafê axaftinê girt û got: “Li ser Rojava metirsiyên cidî hene. Heya ku partiyên Kurdistanî nebin yek, metirsî dê berdewam be. Li Başûrê Kurdistanê jî heman pirsgirêk heye. Dema em li rewşa niha dinêrin qeyranek siyasî û xitimîneke giran heye. Dema em li rewşa 20 sal berê dinêrin, rewşa Başûr gelekî baştir bû. Ev ji ber siyaseta şaş e." 

Mihemed Emîn Pencewînî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û êrîşên dewletên weke Tirkiyeyê yên li ser Kurdan nirxand. Pencewînî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çavkaniya pirsgirêkên îro ji ber Kurdan derketine holê. Parçebûna Kurdan rê li ber êrîşan vedike. Rewşa ku Rojava û Başûr tê de ne ji ber vê yekê ye. Lewma divê Kurd dawî li vê yekê bînin û ji bo yekîtiyê bixebitin. Bi taybetî li Ewropa û cîhanê divê xebatên dîplomatîk bi lez bên kirin. Divê herî kêm bi qasî xebata li Kurdistanê girîngî bidin van xebatan. Li gorî min çareserî û serkeftina pirsgirêka kurd bi vî karî ve girêdayî ye."

Akademîsyenê Zanîngeha Shaanxi ya Çînê Şivan Seîd jî bal kişand ser rola Kurdan di cîhana nû de û got, “Hêzên wekî Çîn, Hindistan, DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ji erdnîgariya Kurdan haydar in, lê Kurd ne haydar in. Ji ber ku xeta aborî ya ji Çînê heta Ewropayê di erdnîgariya Kurdan re derbas dibe. Kurdistan xwedî girîngiyeke stratejîk e. Divê Kurd vê yekê fêm bikin û li gorî vê hişmendiyê tevbigerin. Ev hêzên mezin vê yekê baş dizanin. Lê mixabin haya me ji vê yekê nîne.” 

‘EM KONFERANSA NETEWÎ PÊK BÎNIN'

Herî dawî di civînê de endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar axivî.Aydar bal kişand ser rewşa Kurdan û got, “Li Başûrê Kurdistanê mînaka Kerkûkê li ber çavan e. Ji bo Rojava jî wisa ye. Me bajarên wekî Efrîn û Serêkaniyê winda kir. Êrîş di asteke bilind de ne. Hem êrîşek fizîkî û hem jî psîkolojîk heye. Hêzên mêtinger me Kurdan perçe dikin û êrîşî me dikin. Her kes behsa yekîtiyê dike, lê ti gavên pratîk nayên avêtin. Êrîş nîşanî me didin ku divê bi lezgînî em li hev bicivin. Em îsal biryara konferansa neteweyî ya ku di Konferansa Lozanê ya par de li ser vê mijarê hatibû dayîn, bi cih bînin." 

Piştî axaftina Aydar derbasî beşa pêşniyarên konferansa netewî bûn. Di vê beşê de nûnerên partiyan mafê axaftinê girtin gelek pêşniyar hatin kirin û hat destnîşankirin ku par Konferansa Lozanê ya ji bo yekîtiya Kurdan hatibû lidarxistin, di demeke kin de bê lidarxistin.