CÎK: Werin em birînên mexdûran derman bikin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina ji bo dermankirina birînên mexdûrên karesata şewatê û got, "Em bi alîkariya madî û manewî nîşan bidin ku em bi wan re ne.”

ŞEWATA LI ÇINAR Û ŞEMREXÊ

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî şewata li navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê pêk hat de, têkildarî ziyanên can û madî daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li mexdûrên şewatê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Karesata ku li Mêrdîn û Amedê pêk hat dilê me êşand û êşeke mezin li ser me hişt. Em ji Rebbê xwe re ji bo xwişk û birayên xwe yên ku di van rojên dijwar de bi xisara can û malî re rû bi rû mane resebirê dixwazin. Rehma Xwedê li xwişk û birayên me yên ku di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dane be û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin."

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê ya ji bo dermankirina birînên mexdûran û wiha hat gotin, “Em bi alîkariya madî û manewî nîşan bidin ku em bi wan re ne. Werin em bi dabînkirina av, xwarin, cil û bergan kêm be jî êşa wan sivik bikin. Werin em bi hev re van zehmetiyan derbas bikin."