BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên li dijî darbeya qeyûman didomin

Di çalakiyên li Ewropayê yên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê hatin lidarxistin de hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê hêza xwe ji bêdengiya dewletên navneteweyî digire û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya bêhiqûqiyê pêk tîne."

Li bajarên Hambûrg ê Elmanya û Chur û St. Gallen ên Swîsreyê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat şermezarkirin û berxwedana li bajarên Kurdistanê hat silavkirin.

HAMBÛRG

Kurdistanî û dostên wan bi armanca şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Gara Trenê ya navendî ya bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin gel hev.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê TCŞ’ê Azad Polat daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Polat diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi salan e di polîtîkayên tundiyê de israr dike û got ku di şexsê Mehmet Siddik Akiş de vîna bi mîlyonan Kurdan paşguh kirine. Polat wiha berdewam kir: “Ya hatiye destersrkirin daxwaza demokrasî û aştiyê ya mafên Kurdistanê ye. Demokrasî hatiye desteserkirin. Ev kûmpas e, desteserkirine, talankirine, nenaskirina vîna gel e. Ev dagirkerî ye. Kesê ku wek qeyûm hatiye tayînkirin waliyê mêtinger e. Em ê nehêlin waliyên mêtinger di van xakan re derbas bibin. Vîna me li Wanê çi be, vîna me li Colemêrgê ye. Bila bê zanîn ku em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî li dijî faşîzmê û dagirkeriyê li ber xwe bidin û xwedî li vîna gelê xwe yê azadiyê derkevin.”

Piştî Azad Polat, parlamenterê berê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axaftinek kir. Akdogan got: “Ji sedî sed gelê Colemêrgê Kurd in. Gelê Colemêrgê ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve di nava wê berxwedanê de ye. Ti ferqa gelê me yê li Kurdistanê têdikoşe û yên hatine Ewropayê nîne.  Ez bejna xwe li ber gelê me, jin û dayikên me yên ku îro li kolanên Colemêrgê li ber xwe didin, ditewînim.”  

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Colemêrgê” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

CHUR

Li bajarê Chur ê Swîsreyê li dijî destserkrina vîna li Colemêrgê xwdî li berxwedanê derketin. Hevserokê CDK'ê yê Churê Kureyş Doymaz li ber stasyona trenê ya navendî ya ku çalakî lê hat lidarxistin axaftinek kin kir û got ku bi polîtîkayên qeyûman dixwazin vîna gelê Kurd bê tunekirin. Doymaz  wiha berdwam kir: "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qeyûman ên ku dixwazin vîna gelê Kurd desteser bikin, bidomînin."

Piştî Doymaz, siyasetmedar Ayşe Acar Başaran mafê axaftinê girt. Ayşe Acar Başaran da xuyakirin ku bêhiqûqiya li Colemêrgê tê jiyîn ne pirsgirêkeke ku tenê gelê Kurd eleqedar dike û” wiha axivî: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dema vê polîtîkaya bêhiqûqiyê dimeşîne, hêza xwe ji bêdengiya dewletên navneteweyî digire."

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hêzên navneteweyî di her firsendê de diyar dikin ku ew li aliyê demokrasî û mafên mirovan in û wiha dewam kir: “Gelê Kurd ê ku di sedsala 21’an de li ser xaka xwe bi zilmeke mezin re rû bi rû ne. Hêzên ku demokrasî û mafên mirovan diparêzin hîn jî bêdengiya xwe berdewam dikin. Li hemberî bêhiqûqiyê rayedarên Ewropayê ji gotina 'em bi fikar in' wêdetir neçûn. Îro gelê Kurd û dostên wan li ber xwe didin. Li dijî vê bêhiqûqiyê ne tenê li Colemêrgê, li Wan, Êlih, Amed, Stenbol û Îzmîrê û weke Kurdistaniyên li Ewropayê em ê jî vê bêhiqûqiya li ser gelê Kurd tê meşandin eşkere bikin.”

ST. GALLEN

Li navenda bajarê St.  Gallen ê Swîsreyê li dijî desterkirina vîna gel ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gallenê ve çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên ku desteserkirinê eşkere dikin hatin hilgirtin.

Hevserokê Navendê Adîl Bat got ku gelê Kurd li çiya, zindan û bajaran li dijî faşîzmê di nava berxwedaneke bênavber de ye. Bat diyar kir ku vîna gelê Colemêrgê vîna hemû gelê Kurdistanê ye û got ku ti hêz nikare vîna gelê Kurd desteser bike.

Di çalakiyê de daxuyaniyên bi Elmanî û Kurdî hatibûn amadekirin hatin xwendin. 

Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Bijî Berxwedana Colemêrg" hat berzkirin. Li ser navê Komîteya Swîsre ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hakim Siyabend axaftinek kurt kir. Siyabend, anî ziman ku Erdogan terorîst e û got ku ne pêkan e ti hêz yekîtî û hezkirina ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de afirandiye têk bibe. Siyabend diyar kir ku Îran û Tirkiyeyê zilmeke nedîtî li gelê Kurd kirin û diyar kir ku ev zilm bi berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin.

Çalakî bi axaftin û dirûşmeyan bi dawî bû.