Bertekên navneteweyî yên li dijî faşîzma qeyûman zêde dibin

Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê ku ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin li qadên navneteweyî rastî bertekan hat.

Bertekên li ser binçavkirina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi dengên gelê Colemêrgê hatibû hilbijartin û piştre qeyûm tayînkirina şaredariyê kirin, dewam dikin. 

Siyasetmedar û rewşenbîrên Spanya, Swîsre, Elmanya û Hollandayê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû hilbijartin û qeyûmê ji aliyê hikûmetê ve hatibû şandin,  şermezar kirin.

NACHO SANCHEZ AMOR: EW BINPÊKIRINA VÎNA GEL E

Raportorê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sanchez Amor tayînkirina qeyûmên li Colemêrgê bi tundî rexne kir û ev yek weke êrîşeke eşkere ya li dijî rêgezên demokratîk nirxand.

Raportor Nacho Sanchez Amor got, "Ev êrîşek eşkere ya li dijî rêgezên demokratîk û binpêkirina îradeya gel e. Ev ji bo hikûmeta Tirkiyeyê rêya endamtiya (YE) bi lez ji holê rakirine.”

MAX LUCKS: ŞERMEZAR DIKIM

Serokê Koma Dostaniya Tirkiye-Elmanyayê û endamê Partiya Keskan Max Lucks diyar kir ku Akiş di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji aliyê hilbijêrên Colemêrgê ve bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin û destnîşan kir ku qeyûm tayînkirina şaredariyê ne demokratîk e. Kucks wiha axivî: “Di hilbijartinên dawî de gelê #Colemêrg namzetê #DEMPartiyê wekî şaredar hilbijart. Ev demokrasî ye. Ji kar dûrxistin ne demokrasî ye û ez şermezar dikim. Em li gel Mehmet Siddik Akiş in, em li gel hemû demokratên #Tirkiyeyê ne."

OZLEM ALEV DEMÎREL: DIVÊ BÊHIQÛQIYA DEWLETÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN

Endama Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Ozlem Alev Demîrel li ser parvekirina nûnerê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê ev tiş nivîcsand: “Erdogan careke din rêz li îradeya gelê Kurd û encamên hilbijartinê nagire. Şaredarê Colemêrgê yê hilbijartî îro ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin. Divê ev bêhiqûqiya dewletê neyê qebûlkirin.”

KATÎ PÎRÎ: QEYÛM NE DEMOKRASÎ YE

Endama Partiya Çepa Kesk a Parlamentoya Hollandayê Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman ne demokrasî ye û wiha got: “Erdogan di wê baweriyê de ye ku heta ku hûn dengê xwe bidin partiya wî demokrasî pir baş e. Du meh berê gelê Colemêrgê şaredarê Kurd Mehmet Siddik Akiş hilbijart. Girtina wî û şandina qeyûmê li şûna wî ne demokrasî ye.”

BASTA!: JI BO MUXALEFETÊ Û DEMOKRASÎYÊ XETERE YE

Partiya Ekolojîk a Çep a Swîsreyê Basels starke Alternatîf (BastA! - Alternatîfa bihêz a Baselê) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Îro danê sibê Hevşaredarê #Colemêrg ê hilbijartî Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin. Desthilatdariya AKP/MHP’ê dixwaze pergala desthilatdariya bi darê zorê bidomîne. Ev ji bo hemû partiyên muxalefetê û ji bo demokrasiyê xetere ye.”

FLACH: TAYÎNKIRINA BI DARÊ ZORÊ

Nivîskar Anja Flach: “Hikûmeta Tirk Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik akiî ji wezîfeyê girt û li şûna wî bi zorê qeyûm tayîn kir. Rêveberiya DEM Partiyê ev nêzîkatî şermezar kir û weke derbeyeke din a li dijî îradeya hilbijêran pênase kir û gotin ku wê çalakiyan li dar bixin.”

Nivîskar Martin Glasenapp: “Îro serê sibê şaredarê bajarê Kurdan ê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku bi %48.9 dengan hatibû hilbijartin, hat girtin û li şûna wî waliyê Erdogan hat danîn. Tawanbarî: "terorîzm". Piştî hilbijartinên 2019’an li Tirkiyeyê gelek şaredarên Kurd ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.”