BI DÎMEN

Mîhrîcana Çandê ya Dersimê: Em ê nehêlin Dersim were valakirin

14’emîn Mîhrîcana Çandê ya Dersimê ya Frankfûrtê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de bal kişandin ser qirkirina dewleta Tirk a li ser Dersimê û peyama; “Em bi rûmet in, serê me bilind e û em ê têkoşîna xwe bidomînin" hat dayîn.

14’EMÎN MÎHRÎCANA ÇANDA DERSIMÊ YA EWROPAYÊ

14’emîn Mîhrîcana Çandê ya Dersimê li Rebstockparkê ya Frankfûrt ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Mîhrîcana ku ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dersimê ya Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) ve tê organîzekirin, bi panela li Dersimê Jin û Ekolojî dest pê kir. Moderatoriya panelê Hulya Yer kir. Lêkolînera Ekolojîst Leyla Bînîcî, perwerdekar Elîf Akgul Ateş û aktîvîsta jinê Hatîce Tosûn wek axaftvan beşdarî panelê

Perwerdekar Elîf Akgul Ateş di axaftina xwe ya bi Kirmanckî de bal kişand ser komkujiya jinan a li erdnîgariya Dersimê pêk tê. Elîf Akgul Ateş diyar kir ku qirkirina di sala 1938'an de bi taybet li ser jinan pêk hat, navê jinên ku di wê demê de pêşengtî kirine jî anî ziman. Elîf Akgul Ateş bi bîr xist ku di wê demê de li gel qetilkirina gelek jinan, jinên ku dane malbatên cuda ji ziman, bawerî û çanda xwe hatin dûrxistin û pêvajoyeke asîmîlasyonê jî derbas kirin. Elîf Akgul Ateş got ku ziman, bawerî û çanda Dêrsimê, erdnîgariya wê jî hat xerakirin.

Lêkolîner Ekolojîst Leyla Bînîcî bi sernavê Dersim û Ekolojî pêşkêşiyek kir. Leyla Bînîcî da zanîn ku ji bilî komkujiyên di dîroka Dersimê de, komkujiyên çandî û ekolojîk jî hene û got, “Di kevneşopiya Dersimiyan de rêzgirtina ji xweza û zindiyan re esas e. Di çanda Dersimê de wekhevî û edalet heye. Dema ku darê dibire jî daxwaza razîbûna wê dike. Gava tu rûyê xwe ber bi rojê ve didî û sibê nimêj dikî, kêzikan ji bîr nakin. Dema ku pergala kapîtalîst pêş ket, hindikahiyek piçûk a ku aboriya cîhanê kontrol dikir, hevsengî têk bir. Divê êdî em tedbîran bigirin. Dema me pir hindik maye. Heke em tedbîran negirin cîhana me wê têk biçe.”

Leyla Bînîcî li ser mînaka kana Îliçê ya Erzînganê qala zerarên jîngehê kir û wiha domand: “Divê em ekolojiya polîtîk di şêwaza jiyana xwe de derxin pêş.”

Aktîvîst Hatîce Tosûn jî diyar kir ku ji bilî komkujiya fizîkî, li Dersimê komkujiya spî hatiye kirin. Hatîce Tosûn got, “Ziman û çanda me birin. Me zarokên xwe bi destên xwe radestî gardiyanan kirin. Em di asîmîlasyoneke mezin de hatin derbaskirine. Îro ev asîmîlasyon bi awayekî herî hovane didome.”

BERNAMEYA ÇANDÊ

Piştî panelê bername bi çalakiyên çandî dewam kir. Di mîhrîcana ku eleqeyek zêde lê hebû de hunermend Bûrhan Karakaş û Gulê Meyara derketin ser dikê û stran gotin.

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk Hûrî Kabayel, Serokê Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dersimê ya Ewropayê Muharrem Erdogan, Hevserokê Kongreya Avakirina Dersimê Erol Aydin axaftinên kurt kirin û xwestin li hemberî polîtîkayên qirkirinê xwedî li bawerî, ziman û çandê derkevin.

Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût jî di nav kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûn de bû. Gokay Akbûlût gelê Dersimê silav kir û bal kişand ser girîngiya hevgirtina navneteweyî.

Yek ji bernameyên herî balkêş ên mîhrîcanê jî daweta Dersimê ya ku li gorî kevneşopiyên çandî hat lidarxistin bû. Dema bûk û zava bi çepikên gel hatin pêşwazîkirin, Pîr Huseyîn Bîldîk jî gulbang xwend. Piştre tîma folklorê derket ser dikê.

Piştre Yekîtiya Jinên Ewropayê ji bo çalakiya Hefteya 1000’î ya Dayikên Şemiyê peyama piştgiriyê da. Piştî peyamê hunermend Veysel Aydin derketin ser dikê.

EM DESTÛRÊ NEDIN DERSIMÊ BÊMIROV BIKIN

Komîteya mîhrîcanê diyar kir ku Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ji bo mîhrîcanê hatiye vexwendin lê ji ber ku vîze nedane nikare were. Komîteyê ev pêkanîn şermezar kir.

Serokê DEDEF'ê Alî Riza Bîlîr di axaftina xwe de spasiya komîteya mîhrîcanê kir ku welatiyên li sirgûnê anîne cem hev. Bilîr destnîşan kir ku bi salan e li Dersimê di çarçoveya Rewşa Awarte de mîhrîcanan li dar dixin û wiha got, “Tiştek wekî ku tê nîşandan nîne, her ku dewlemend dewlemend dibin, feqîr feqîrtir dibin. Plan dikin ku bi projeyên kanê wê herêmek mezin hilweşînin. Dersim bi rastî bêmirov dihêlin. Divê ti carî destûr nedin van pêkanînên dijdemokratîk.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû jî beşdarî mîhrîcanê bû. Ayten Kordû diyar kir ku gelê Dersimê yê li Ewropayê çavê wan li Dersimê ye û got ku armanca dewleta Tirk guhertina pêkhateya demografîk û civakî ya Dersimê ye û li dijî vê yekê banga mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê kir.

AYTEN KORDÛ: YA DERSIMÊ DIKE DERSIM BAWERIYA WÊ YE

Parlementer Ayten Kordû li ser şehîdên Gulanê, Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê, tecrîda li Îmraliyê, berxwedana girtiyan û salvegera 1000’î ya Dayikên Şemiyê axivî û têkildarî çalakiyên hefteyê jî wiha got: “Meha Gulanê ji bo me xwedî taybetmendiyên dîrokî ye. Ev dîrok hem dîroka berxwedanê ye, hem jî dîroka êş û komkujiyan e. Dema em behsa dîroka berxwedanê dikin, di vê dîrokê de Denîz, Îbrahîm, Hakî Karer û Çaran hene. Em îro bi saya van şehîdan têkoşîna demokrasî û azadiyê didomînin. Em têkoşîna wan li pey xwe hiştine berdewam dikin. Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berdewam dikin. Di bin navê polîtîkaya ewlekariya taybet de bêmirovkirin û koçberkirin didome. Gelê me yê li Ewropayê bi organîzekirina vê mîhrîcanê xebateke watedar dimeşînin. Hemû giyanê me yên ku tên Ewropayê divê bi çand û saziyên xwe re rêxistinbûna xwe mezin bikin. Em dizanin ku giyanên li vir çav û dilê xwe li ser axa xwe ye. Dema em têkoşîna xwe ya demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşînin her tim vê dibêjin. Tiştê ku Dersimê dike Dersim, bawerî û zimanê wê ye. Divê hezkiriyên me yên li vir çanda xwe biparêzin. Em dizanin ku dixwazin me ji nasname, bawerî û zimanê me biqetînin. Dixwazin avahiya demografîk û civakî, nasname û zimanê Dersimê biguherînin. Ji ber vê yekê biyaniyan tînin. Li dijî ekolojiya axa Dersimê jî êrîşeke mezin tê kirin. Hemû kanên Dersimê hatine talankirin. Têkoşîna me li ser xaka me ji gelek aliyan ve didome.”

DAYIKÊN ŞEMIYÊ JI BO DEMOKRASIYÊ TÊDIKOŞIN

Ayten Kodû diyar kir ku faşîzm li hemberî hemû pêkhateyên civakî di nava êrîşeke mezin de ye û bi bîr xist ku îro çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’î de ye û wiha domand: "Ez têkoşîna wan bi rêzdarî silav dikim. Dayikên Şemiyê ne tenê ji bo windahiyên xwe, ji bo demokrasî û aştiyê li van xakan têdikoşin."

Ayten Kordû silavên xwe ji siyasetmedarên ku di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de hatin cezakirin û serbest hatin berdan kir û got, “Hevalên me yên girtî divê zanibin ku heta hemû azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev dozek siyasî ye.”

Ayten Kordû anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan, jin û ciwanan tê meşandin û wiha got: “Heta ku ev polîtîkaya tecrîdê neyê rakirin û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk were, azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan misoger bibe ev têkoşîna me wê bidome. Ji ber vê yekê ez kesên li girtîgehan li ber xwe didin û berxwedana ku dayikên wan li derve dikin bi rêzdarî silav dikim. Em bi rûmet in, serê me bilind e, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

14’emîn Mîhrîcana Çandê ya Dersimê bi gerandina govendê û stranan dewam kir.