BI DÎMEN

Meşa li Parîsê: Ji Rêber Apo re azadî!

Di meşa ku li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê hat lidarxistin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê ya Fransayê meşek hat lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin, ji navenda Villiers le Belê heta stasyona trenê dewam kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", “Lîberte Ocalan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin û bi broşurên hatibûn amadekirin gel hate agahdaririn.