HRE: Hevrêyê me Deştî Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Deştî Efrîn dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.

HRE’yê di daxuyaniyê de wiha got: “Hevrêyê me Deştî Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê, kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 28’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hevrêyê me Deştî Efrîn bi navê xwe yê rast Arif Reşkilo li bajarê Efrînê di malbateke welatparêz ku bi tevlîbûna wan a nava refên azadiyê tê naskirin ji dayik dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Ji şerê Helebê heta Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi hestên welatperwerî û wijdanî bi erk û wezîfeya xwe ya mirovî rabû. Bi taybetî piştî ku di sala 2018’an de Efrîn li pêş çavê cîhanê bi konsepteke taybet a giştî hate dagirkirin, bêyî ku raweste xwe di her waran de tanzîm kir, têkildarî mijarên ku tê da kêm û lawaz dima xwe perwerde kir, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da çeperên şer. Ji roja ku tevlî nava refên me bûye heya van kêliyan jî hevrêyê me rixmê hemû kêliyên zor û zehmet jî li kêleka hevrê û hogirên xwe şerê azadî û serxwebûna welat da meşandin. Li her devera ku çû û kar da meşand, bi hezkirin û hevaltiya xwe ya rast û ji dil hate hezkirin. Hemû erk û wezîfeyên ku jê re hatin dayîn bi şêwaz û tempoyek bilind pêk anîn; xwe ti deman ji erkên hatine dayîn neda milekî û pêşengtî ji hevalên kêleka xwe re kir.

Em di serî de ji malbata hêja ya Deştî Efrîn û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; careke din soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.”

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Deştî

Nav û Paşnav: Arif Reşkilo

Navê Dayikê: Meqbule

Navê Bav: Arif

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 28’ê Nîsana 2024”