Rojnamevan Esra Solîn Dal: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku nêzî mehekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat girtin û tehliye bû diyar kir ku ew ê nivîsên li ser tecrîda li vî welatî bidomînin.

ÇAPEMENIYA AZAD

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal di 26'ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de hat girtin û nêzî 25 rojan di bin tecrîdê de ma, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tehliye bû.

Rojanamevan Esra Solîn Dal li ber girtîgehê ji hêla xizm û parêzeran ve hat pêşwazîkirin.

Esra Solîn Dal li ber girtîgehê axaftinek kurt kir, diyar kir ku ji ber nûçeyên li ser tecrîd û jinan çêkiriye hat girtin.

Esra Solîn Dal anî ziman ku li vî welatî rastiya tecrîdê heye û tecrîda li Îmraliyê bi dijwarî didome û got, wekî rojnamevan ew ê li ser tecrîdê binivîsin. Esra Solîn Dal wiha berdewam kir: “Zextên li ser çapemeniyê ne ji niha ve ye, berê jî hebûn. Ev pêvajoyeke ku bi salan e didome. Di berdewamiya vê pêvajoyê de em jî hatin girtin. Nûçeyên min ên li ser tecrîdê û jinan weke hincet nîşan dan. Lê li vî welatî tecrîd heye, her kes vê yekê baş dizane. Bi taybetî jî tecrîda li Îmraliyê bi dijwarî didome. Em dibînin ku her kesê vê tecrîdê îfade dike jî rastî vê tecrîdê tê. Peyama ku ev rastî tê nixumandin hat dayîn. Lê em ê rastiyê binivîsin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”