BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê di hefteya 621’an de ye: Divê em vê tecrîdê bişkînin

Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 621’an de dewam kir. Saîd Cizîrî ku di koma vê hefteyê de cih girt wiha got: “Divê em bi hemû derfetên xwe vê tecrîdê bişkînin.”

AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Nobeda Azadiyê ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 621'an de ye.

Nobeda ku her hefte ji aliyê komek ji welatekî cuda yê Ewropayê ve tê meşandin, di vê hefteyê de 4 welatparêzên ku ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hatin dewr girtin.

Li ser navê komê Saîd Cizîrî axivî û diyar kir ku tecrîda 4 salan a li dijî Rêberê Gelê Kurd pir giran e ku mirov nikare pênase bike û wiha got: “Em tu agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em nizanin ku tendurîstî û ewlehiya wî di çi rewşê de ye. Ji ber vê yekê em her tim di nobetê de ne.”

Saîd Cizîrî destnîşan kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de zêdetir hestiyar be û çalakiyên xwe mezin bike û wiha pêde çû: “Li dijî tevgera me pêvajoyeke giran hatiye destpêkirin. Divê li dijî vê yekê her Kurdek hestiyar be û li ser lingan ne. Em hem zanebûna xwe û hem jî çalakiya xwe xurt bikin. Divê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê rola xwe bilîze. Divê em dengê xwe bigihînin Konseya Ewropayê û CPT’yê. Ji ber ku yên ku sîstema Îmraliyê diafirînin ev in. Rêbertiya me nûnertiya hemû mirovahiyê ye. Li dijî vê yekê sîstema qirker û qirêj bi hemû hêza xwe sîstemeke mezin a tecrîdê pêş dixe. Divê em hemû derfetên xwe bikarbînin û vê tecrîdê bişkînin. Em Kurd di vê pêvajoyê de ku cîhan ji nû ve tê şêwandin, rola xwe bilîzin.”