Li Bregenzê doza qirkirina siyasî hate şermezarkirin

Li Bregenzê dewleta Tirk ku di qirkirina siyasî de israr dike hate şermezarkirin û helwesta bi rûmet a siyasetmedarên HDP’ê hat silavkirin.

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Kurdên li bajarê Bregenz ê Eyaleta Vorarberg a Awûstûryayê dijîn, cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatin birîn, bi mitîngeke şermezar kirin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Sara hat lidarxistin de helwesta bi rûmet a siyasetmedarên HDP’ê hat silavkirin û dewleta Tirk a faşîst ku di polîtîkayên qirkirinê de isar dike hate şermezarkirin.

Nîmet Amed di mitîngê de axaftinek kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Amed diyar kir ku biryarên girtîgehê yên bi sedan salan ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatin dayîn, ne ji tecrîdê qut e û wiha got: “Helwesta bi rûmet a siyasetmedarên Kurd û şoreşger demxeya xwe li vê dozê da.”