BI DÎMEN

Çalakgerên Cenevreyê gotin 'Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin'

Kurdistaniyên ku zêdetirî 3 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte li ber NY’yê çalakiyan li dar dixin, banga “Em di navbera 15-19’ê Nîsanê de li ber CPT’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin" li her kesî kirin.

ÇALAKIYÊN LI BER NY’Ê

Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Baytar axaftinek kir.

Baytar got, "Tevî ku felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di gelan de hêviyê çêdike, hêzên navneteweyî yên ku vê felsefeyê ji bo xwe xeternak dibînin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in. Îro NY, CPT û saziyên mafên mirovan ji bo berjewendiyên dewletan tevdigerin.”

Ramazan Baytar da zanîn ku wê di navbera 15-19'ê Nîsanê de li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseî çalakiya rûniştinê bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê berdewam kir.