25 parêzer: Divê li Swêdê pêşî li krîmînalîzekirina Kurdan bê girtin

25 parêzer û hiqûqnasên li Swêdê daxwaz kirin ku zextên siyasî yên li ser Kurdan, sazî û komeleyên Kurdan bên rawestandin.

25 parêzer û hiqûqnasên li Swêdê têkildarî krîmînalîzekirina Kurdan ji aliyê servîsa veşartî ya Swêdê Säpo ve daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebata Säpo ya ji rê derketiye "pêvajoya Kafka*" ye ku cihê wê di sîstemeke hiqûqî ya modern û welatekî demokratîk de nîne û hat destnîşankirin ku erka wan a pêşane "parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn" e.

Tevahiya daxuyaniya ku li ser malpera etc.se’yê hatiye weşandin wiha ye:

“Ji ber ku têkiliyên navneteweyî yên bi Tirkiyeyê re bi piştgiriya hikûmeta Swêdê di polîtîkaya derve de girîngtir bûne, li Swêdê jî çewisandineke siyasî ya li ser Kurdan tê meşandin û polîsên ewlekariyê di rêza pêşî de ne.

Di van salên dawî de Dezgeha Ewlekariya Swêdê dest bi krîmînalîzekirina Kurdan kiriye û bi dîtina me karê Säpo ji rê derketiye. Helwest û çalakiyên Kurdan ên siyasî -heman Kurdên ku di destpêkê de li welatê xwe yên nû ji bo wan hatin parastin- ev çend sal in ji aliyê Säpoyê ve wek "terorîzm" hatine binavkirin.

Divê zilmên siyasî yên li ser Kurdan, sazî û komeleyên Kurdan bên rawestandin. Pênaseya berfireh a terorê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi rêya danûstandina agahiyan bi yekîneyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê re hatiye qebûlkirin, divê bi tundî were rexnekirin. Tirkiye welatek e ku gelek caran ji ber binpêkirina peymanê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye mehkûmkirin. Her wiha welatekî ku bi awayekî keyfî bi hezaran parêzer, rojnamevan û siyasetmedaran binçav dike.

LI SWÊDÊ RÛDANÊN DI DEMÊN DAWÎ DE ME ÇAVDÊRÎ KIR DIVÊ BÊN ŞERMEZARKIRIN

Em dibînin ku heman hincet ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Swêdê ve li dijî Kurdên li Swêdê tên bikaranîn. Ev tişta ku me di van salên dawîn de li Swêdê dît, şerm e û dihêle ku em bifikirin ka Swêd ber bi kîjan pêşerojê ve diçe û, bi perspektîfek dirêjtir, em hêdî hêdî, lê bê guman, kîjan pergala qanûnî qebûl dikin.

Ev rewş dişibe sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê ku her Kurdê ku bixwaze nasnameya xwe bi dest bixe, weke terorîst û sempatîzanê PKK'ê tê dîtin. Li gorî polîsan, ev kesên ku tê îdiakirin bi ser PKK’ê ve ne, ji bo ewlekariya neteweyî weke metirsî tên dîtin û bi nehiştina destûra dirêjkirina rûniştina wan tên dersînorkirin. Her wiha, hesabên bankayên saziyên Kurdan tên astengkirin, ciwanên Kurd ên li kar digerin piştî lêpirsîna ewlekariyê nikarin pêvajoya destûra kar bidomînin û parêzer jî dibin hedef.

Mijara tesnîfkirina terorîstan bi serê xwe mijarek e, lê hêjayî gotinê ye ku PKK ji bo berjewendî û ewlekariya Swêdê tehdîda ewlehiyê nabîne û îddîayên girêdayîbûna bi PKK’ê re, her çiqas rast bin, ji hêla rayedarên Swêdî ve nayên îdîa kirin.

Di vê çarçoveyê de jî divê bê zanîn ku di sala 2017’an de piştî pêvajoya hiqûqî ya 11 salan, dadgeha Belçîkayê biryar da ku PKK’ê weke rêxistineke terorîst nayê qebûlkirin.

Ji ber vê yekê, nirxandinên hêzên ewlehiyê yên ku dibêjin kesên bi îdiaya ser bi PKK'ê ve dibin metirsiyê li ser ewlekariya neteweyî ne, berevajî xuya dikin. Heta çend sal berê Kurd yek ji aktorên herî girîng ên li dijî DAÎŞ’ê bûn û li qada navneteweyî jî dihatin nirxandin.

SWÊD JI DÊVLA KU KRÎMÎNALÎZE BIKE DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDE  AŞTIYÊ

Swêd ji dêvla ku Kurdan bi guman û krîmînalîze bike, divê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de piştgiriyê bide pêvajoyeke nû ya aştiyê. Krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên wan pirsgirêkê çareser nake, berovajî vê yekê dike pirsgirêk.

Her wiha azadiya her kesî heye ku bicive, xwepêşandanan bike û komeleyan damezrîne ku ev maf û azadiyên me yên bingehîn in.

Weke hiqûqnas û pisporên hiqûqî, erka me ya bingehîn ew e ku em mafên muwekîlên xwe biparêzin. Em her wiha di civakê de cihek taybetî digirin û berpirsiyariyek taybetî heye ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn li gorî Peymana Ewropayê ya 1950’an ji bo Parastina Mafên Mirov û Azadiyên Bingehîn biparêzin. Divê parêzer di xebatên xwe de ji bo parastina maf û azadiyan têbikoşin. Kiryarên ku hêzên ewlehiyê li dijî Kurdan û saziyên Kurdan pêk tînin binpêkirina van maf û azadiyan e û ji ber vê yekê divê bên rawestandin.”

Lîsteya parêzer û pisporên huqûqê yên ku daxuyanî îmze kirine wiha ye:

Terfa Nisêbînî-Parêzer

Dîana Haddou-Parêzer

Mattîas Pettersson-Parêzer

Selma Alamî-Parêzer

Kenneth Lewîs-Parêzer

Mîran Kakee-Parêzer

Tomas Frîdh-Parêzer

Sandra Valleskär-Parêzer

Farîa Hassan-Parêzer

Reem Matlak-Parêzer

Emma Persson-Parêzer

Jennî Stavare-Parêzer

Wîssal Abdallah-Parêzer

Lotta Lagnander- Hiqûqnas

Nikolas Wallner- Hiqûqnas

Kijan Kerîmî- Hiqûqnas

Elena Lakso Tesakova- Hiqûqnas

Tina Braîmok- Hiqûqnas

Abdullah Devecî- Hiqûqnas

Nina Pîroz- Hiqûqnas

Faezeh Veghar- Hiqûqnas

Erîk Roshagen- Hiqûqnas

Rachîd Chaouch- Hiqûqnas

Yasmîn Sazvar von Nottbeck- Hiqûqnas

*(Pêvajoya Kafkayê, pêvajoya ku ji ber sedemeke nediyar di bin bandora biyara kesan de mayîn e. Doz yek ji baştirîn romanên Franz Kafka ye. Çîrok li ser Josef K’yê ku nizane bê ji ber kîjan sûcî hatiye girtin. Di tevahiya romanê pergala hiqûqê her ku diçe tevlîhev dibe û em wê rêyê dişopînin.)