Gerîlayê fedaî Harûn Çekdar li Parîsê hat bibîranîn

Harûn Çekdar ê ku li Botanê çalakiya fedaî pêk anî, li Parîsê hat bîranîn û wiha got: “Pêşengên rast ên pêngava azadiya Rêber Apo şehîdên me ne. Nemirkirina şehîdên me tenê bi jiyana layiqî wan dibe.” 

Gerîlayê HPG'ê Harûn Çekdar (Ûmît Turan) ê ku di 30'ê Tîrmeha 2015'an de li Çiyayê Gabarê li dijî tabûra leşkerî ya bi temamî şewitî laşê wî hat dîtin, li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê bi çalakiyekê hat bîranîn.

Dayika Şehîd Harûn Çekdar, Dîlber Turan, Nûnerê Komîsyona Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan û bi dehan welatiyên Kurdistanê di bîranîna ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Drancy li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hate lidarxistin, amade bûn.

Li salona komeleyê wêneyên şehîd Harûn Çekdar, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek şehîdan hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir û axaftin hatin kirin: “Ji bo em şehîdên xwe zindî bihêlin, pêwîst e em mîrateya ku ji me re hiştine biparêzin û ji bo armancên xwe bijîn. Pêşeng û cerdevanên rastîn ên tevgera azadiya Rêber Apo şehîdên me ne. Nemirkirina şehîdên me tenê bi jiyana layiqî wan dibe.”

Piştî axaftinan belgefîlma jiyana şehîd Harûn Çekdar hat temaşekirin û mewlûd hat dayîn.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.