BI DÎMEN

Cenazeyê dostê Kurdan Charalambîdîs hat veşartin

Cenazeyê nivîskar û siyasetmedar ê Pontusî û dostê Kurdan Mîchalîs Charalambîdîs bi merasîmekê hat veşartin.

Damezrînerê Tevgera Sosyalîst a Panhelenîk (PASOK), nivîskar û siyasetmedar ê Pontusî û dostê Kurdan Mîchalîs Charalambîdîs di 73 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê ya ku ev demeke dirêj têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Charalambîdîs bi merasîmekê li goristana yekemîn a Atînayê hat veşartin.

Malbat û hevalên wî, nûnerên partiyên siyasî û gelek Yewnanî beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Endam û nûnerên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî beşdarî merasîmê bûn.

Nûnerê PYD'ê yê Yewnanistan û Balkanan Doktor Îbrahîm Muslim got, "Mîchalîs dostekî me yê mezin bû, digot Pontus û gelê Kurd yek in û berxwedana wan yek e. Ji bo Kurdistan û gelê Kurd li Yewnanistanê weke gerîla xebitî. Ti carî xwe ji xebatê paşve negirt, xwe weke parçeyekî Tevgera Azadiya Kurd dihesand û li ser vê bingehê dixebitî. Siyasetmedarekî wekî wî li cîhanê tune bû. Ji bilî serkeftina şoreşê girîngî ne dida ne şexsî û ne jî tiştekî din. Ji bo wî tiştekî bi navê 'ne mimkun' tunebû û her tim digot, ‘Em dikarin her tiştî bikin’.  Ji bo neheqiyên dîrokî yên li dijî Kurdan, Pontusiyan, ermeniyan û hemû gelên ji holê bê rakirin têdikoşiya. Jiyana hevpar parast. Di nivîs û axaftinên xwe de her tim got, ‘Abdullah Ocalan Bavê demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn e’. Ji bo vê jî divê Xelata Nobelê ya Aştiyê werbigire."

Malbata wî xwest ku li şûna çelengan daxwaza Charalambîdîs a dawî ku ji bo jinûve avakrina dêra gundê wî ya di şewata Merîçê de zirarek mezin dîtibû, alîkarî bê kirin.

Cenazeyê Charalambîdîs li gundê Aetochoria ya Dedeagaçê bi awazên Pontusî hat veşartin.