Şehîd Erîk Scurfîeld li ser gora xwe hat bibîranîn 

Erîk  Scurfîeld ê di sala 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Nottînghamê li ser gora xwe hat bibîranîn. 

Şervanê YPG'ê Erîk Scurfîeld (Kemal) ê ku di 2'ê Adara 2015'an de li bajarê Til Beraq ê Qamişlo di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, li Goristana Hîgh Wood a bajarê Nottîngham ku gora wî lê ye, hat bîranîn. Di bîranînê de ku endamên Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê, Kurdistanî û enternasyonalîst amade bûn, di şexsê şehîdên enternasyonalîst de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin. 

Di bîranînê de ku li ser gora şehîd gul hatin danîn û find hatin pêxistin de, hate diyarkirin ku Tevgera Azadiya Civaka Kurd û gelê Kurdistanê di şexsê Erîk Scurfîeld de careke din şehîdên navneteweyî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn. Beşdaran soza pêkanîna îdealên pergala demokratîk, komînal û azadiya jinan a şehîdan re dubare kirin.