BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li dijî CPT’yê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Komek ciwanên Kurd ketin avahiya CPT ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn.
Çalakvan bi posterên Abdullah Ocalan û pankartên azadiya Ocalan ketin nava CPT’ê û tevî astengiyan çalakiya xwe berdewam kirin.

Xwepêşandan danê sibehê saet di 10:00’an de dest pê kir û bi qasî 2 saetan dewam kir. Polîsan bi xazê û çopan êrîşî çalakiya ciwanan kir.
Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin, “Rêber Apo 25 sal in di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl tê girtin. Ev rewşa esaretê tê xwestin ku li ser tevahî gelê Kurd bê ferzkirin. Bi tu şert û mercî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) guh nade pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê. Parlamentoya Ewropayê biryarên ku distîne bi cih nayîne. Parlemento CPT’yê tevnagerîne. 

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em ciwanên Kurd bi vê çalakiyê diyar dikin ku divê Ewropa dev ji vê polîtîkaya qirêj a li ser Rêber APO berde."
Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, “Dest ji siyaseta xwe ya derqanûnî berdin. Gelê Kurd li hemberî we dê serî netewîne.”