BI DÎMEN

Ciwanan çalakiya vê hefteyê ya li Cenevreyê dewr girtin

Ciwanên ku çalakiya li ber NY’ê dewr girtin anîn ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî,  ji pirsgirêka Kurd çareserî” di esasê xwe de banga mezinkirina berxwedanê ya ciwanên Kurd e.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, didome.

Di vê hefteyê de endamên TCŞ'ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) çalakiya rûniştinê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê, dewr girtin.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Sason Asmîn (Murat Oçek) û Jêhat Bagok (Mehmet Gumuş) ên ku di çalakiya koordîneyî ya gerîla li dijî dagirkeriyê ya li qada Berxwedanê ya Girê Colemêrgê de şehîd bûn deqeyek rêz hate girtin.

Çalakvanê TCŞ'ê Ramazan Amed diyar kir ku gerîla û girtiyan xwedî li berxwedana Abdullah Ocalan a Îmraliyê derketin û xwest ku xwedî li pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan daye destpêkirin bê derketin.

Amed got, "Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji  pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10'ê Cotmeha 2023'an de hat destpêkirin, di esasê xwe de banga mezinkirina berxwedanê ya ji bo ciwanên Kurd e. Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser vê bingehê ava bûye û em ê dirûşma Rêber Apo "Me ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ ji xwe re bingeh bigirin. weke ciwanê Kurd soza mezinkirina berxwedanê didin.”