Ji bo çalakiya "Rêwîtiya Azadiyê" ya li Toulonê banga tevlîbûnê hate kirin
Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li bajarê Toulun ê Fransayê bi hezaran kes meşiyan.
Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li bajarê Toulun ê Fransayê bi hezaran kes meşiyan.
Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ'ê û TekoJIN'ê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê hatin cem hev û li Toulunê meşiyan. Welatparêzên ji Marsîlya û bajarê Dragûnîanê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Beriya meşê li ser navê TCŞ'ê Mehmet Kaya axivî û got; “Rêber APO di bin tecrîda girankirî de ye. Rêber APO bi berxwedaneke bêhempa têdikoşe. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO berpirsyariyeke mezin a gelê Kurd û hemû ciwanên Kurd heye. Kaya banga meşa dirêj a ku wê di 9'ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê bike kir.
Kaya got, "Bi ruhê seferberiya Pêngava 'Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' ku di 10'ê Cotmehê de dest pê kir, em bang li hemû gelê Kurd dikin ku piştgiriyê bidin Rêber APO û tevlî meşa dirêj bibin." Em dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê em ê bi hemû hêza xwe li qadan bin û qadan neterikînin.
Girse pankarta bi zimanê Fransî "Em Komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û bi alên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û meşaleyan meşiyan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok APO", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
Rotaya meşa Rêwîtiya Azadiyê wiha ye;
09.02.2024 – Civîn – Mannheîm
10.02.2024 - Roja 1’emîn - Mannheîm HBF
11.02.2024 – Roja 2’emîn – Heîdelberg – Hockenheîm
12.02.2024 – Roja 3’emîn – Homburg – Kîrkel
13.02.2024 - Roja 4’emîn - Frîedrîchsthal - Saarbrucken
14.02.2024 - Roja 5’emîn - Saarbrucken
15.02.2024 – Roja 6’emîn – Strasbourg
16.02.2024 – Roja 7’emîn– Konferansa Strasbourgê