Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Piştî meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Evry ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin, ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li banliyoya Evry a Parîsê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry hat organîzekirin, ji pêşiya navendê heta postexaneya Grîgny berdewam kir.

Piştî meşê ku dirûşmên "Bijî Serok Apo", “Lîberte Pour Ocalan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Adil Amed axaftinek kir.

Amed got, “Em nêzîkatiya jibîrkirina Rêber Apo red dikin. Rêber Apo nasnameya azadiyê, îrade û yekparebûna nirxên gelê Kurd e. Dewleta Tirk a dagirker û mêtinger li şûna ku bi dewletên herêmê re tifaqên qirêj bike, divê biçe cem Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê dîl tê girtin, tecrîdê rake û Rêberê me bike muxatab. Divê her kes zanibe ku heta pirsgirêka Kurdistanê neyê çareserkirin alozî û krîza li Rojhilata Navîn bi dawî nabe. Çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Kurdistanê ye.”

Piştî axaftinê  dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û qert ji Îmraliyê re hat şandin.