Zelal Zagros li Êrîvanê hate bibîranîn: Em li ser şopa Rêber Apo ne
Kurdistaniyan li paytexta Ermenistan Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anîn, berxwedana gerîla silav kirin û peyama, "Em ê têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin" dan.
Kurdistaniyan li paytexta Ermenistan Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anîn, berxwedana gerîla silav kirin û peyama, "Em ê têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin" dan.
Şoreşger û çalakger Firyal Silêman (Zelal Zagros) ku di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê hat qetilkirin, li Mala Gel a Êrîvanê hat bibîranîn.
Bîranîn ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve hat organîzekirin û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Çîçek Rizgar, Jineka Kadîr, Şîrîn Kalaşiyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Parlamenter Kinyas Hesenov axivîn.
Axaftvanan gotin ku Zelal Zagros demeke dirêj bi cesaret û biryardariyeke mezin ji bo rêxistinbûna gelê Ermenistanê têkoşiya.
Axaftvanan destnîşan kirin ku Zelal Zagros a ku di têkoşîna azadiya jinê de xwedî helwesteke bi israr bû, ji aliyê gel û jinan ve gelekî hat hezkirin û ev tişt hate gotin: “Em ê heta dawiyê di şexsê Zelal de têkoşîna hemû şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin."
Axaftvanan bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê û gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, dijminê jinên şoreşger û leheng e. ji ber vê wan hedef digire û şehîd dike."
Di çalakiya ku berxwedana gerîlayan hat silavkirin de wiha hat gotin: “Dewleta faşîst a li hemberî têkçûna ku ji gerîla xwariye,li bajaran bi hedefgirtina şoreşger, aktîvîstan û li Rojava bi bomberdûmana cihên sivîlan hewl dide têkçûna xwe veşêre."