Rûniştina Ayaz dewam kir: Qirkirin didome

Kenan Ayaz di rûniştina ku bi îdîaya madeyên 129 a-b ên dadgeha Elman binpê kiriye hate darizandin de, bal kişand ser Qirkirina Dersimê û got: “Qirkirin dewam dike.”

Rûniştina Aktîvîstê Kurd Kenan Ayaz ê ku 15’ê Adara 2023’yan li balafirgeha Larnaka ya Qibrisê hate binçavkirin, li Dadgeha Eyaleta Hamburg’ê hate dîtin.

Kenan Ayaz bi hinceta ku madeyên 129 a-b ên dadgeha sereke ya Elman binpê kiriye, tê darizandin. Kenan Ayaz di rûniştina xwe ya vê hefteyê de, bal kişand ser jenosîda ku dewleta Tirk li Dersimê pêk anî.

Ayaz got: “Di serî de hikûmeta Îngilîz, dewletên rojavayî jî ji bo pêkanîna vê qirkirinê her cure alîkariya madî û manewî dan dewleta Tirk.” Ayaz qala bûyerên di qirkirinê de qewimîne, kir.

Ayaz ev tişt jî got: “Xwediyên vê zihniyeta qirker, bêtehemûliya xwe ya li hemberî erdnîgariya Dersimê îro jî didomînin. Herêm bi bendavan tên dorpêçkirin û daristan tên şewitandin, mabetên pîroz tên xerakirin û ekosîstem tê xirakirin, îro jî tolhildana ji Dersimê didomînin.”

Rûniştin 2’yê Îlonê wê dewam bike.