Rûhanî wê roja Pêncşemê biçe Enqerê

Serokkomarê Iranê Hasan Rûhanî, 20’ê Kanûnê wê serdana Tirkiyeyê bike.

Di demekê de ku gefên dewleta Tirk a li ser Rojava Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî serdana Tirkiyeyê dike.

Hate ragihandin ku Rûhanî wê di çarçoveya Civîna Pêncan a Konseya Hevkariya di Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê de wê 20’ê Kanûnê roja Pêncşemê biçe Enqerê.

Civîn wê di serokatiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Rûhanî de pêk bê.

Di civînê de wê li gel têkiliyên du alî wê bûyerên li herêmê û navneteweyî bên destgirtin.

Ji beriya vê civînê wê Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Îran û Rûsya li Cenevreyê bi pêşengtiya elçiyê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra li hev bicivin.