RSF: Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) raporek weşand. Li gorî raporê Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê ya sala 2019’an de di rêza 157’an de cih digire. RSF’ê diyar kir ku RSF ne dewleteke hiqûqê ye.

RSF a ku navenda wê li Parîsê ye kategoriya azadiya çapemeniyê ya global bi sernavê ‘mekanîka tirsê’ weşand.

HEJMARA WELATÊN EWLE KÊM BÛN

Di raporê de hate diyarkirin ku “Welatên ewle yên ku rojnameger dikarin karê xwe lê bikin, her du diçe kêm dibin û rejîmên otorîter serdestiya xwe ya li ser medyayê xurt dikin.”

Di rapora RSF’ê de 180 welat hene. Di rêzkirina welatên ewle de Norweç bûye yekemîn û Tirkmenistan jî bûye ya dawîn. Di raporê de tê diyarkirin ku li Rûsya, Venezûela û Çîn bi çend pîleyan bi paş ketine.

Di nav 180 welatan de tenê 24 welat bi navê ‘baş’ an jî ‘baştir’ dikare were pênasekirin. Sala borî ev hejmar 26 bû.

RSF’ê di rapora xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewş xerabtir bûye û got:“Êrîşên li Tirkiyeyê di 20 salan de zêdetir bûne. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an zextên li ser medyayê zêde bûne. Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha herî mezin. Bûye tiştekî normal ku, mirov beriya ku werin darizandin salekê di girtîgehê de bimînin. Sansura li ser înternet û tora civakî jî hatiye asteke nû. Rayedar êdî hewl didin servîsên dîmenan ên di înternetê de jî kontrol bikin.”