Ronahî û Bêrîvan li Mannheîmê hatin bibîranîn

Bêrîvan û Ronahî yên berî 26 salan li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK’ê bendena xwe dabû ber agir li Mannheîmê hatin bibîranîn.

Li bendê bû ku bi girseyî Bêrîvan û Ronahî bên bibîranîn, lê ji ber vîrûsa koronayê ev yek hate betalkirin.

Nûnerên Meclîsa Gel a Mannheîm û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan li cihên ku her du berxwedêran bedenên xwe dabûn ber agir deqeyek rêz girtin. Li cihên lê şehîd bûne gul danîn û axaftinek kin kirin.

Nûneran gotin: “Tevî hemû astengiyan jî her demê sembolîk jî be em ê xwedî li têkoşîn û şehîdên xwe derbikevin.”

Bedriye Taş (Ronahî) û Nîgun Yildirim (Bêrîvan) di Newroza 1994’an de li dijî zextên siyasî û qedexeyê bedena xwe dabûn ber agir.