Rojnameya Aftonbladet: Erdogan demokrasî ji holê rakir

Partiya Lîberal a Swêdê, xwest ku 24’ê Nîsanê li Ewropayê weke, “Roja Bibîranîna Komkujiya Ermeniyan” bê qebûlkirin. Di gotara rojnemeyê de bertekên tund li hemberî dewleta Tirk hatin nîşandan û hate gotin ku li Tirkiyê demokrasî hatiye tinekirin.

Rojnameya navdar a Swêdê Aftonbladet di derbarê komkujiya Ermenî-Suryaniyan de gotara wekîlên partiya Lîberal ên namzetên wekîltiya Yekîtiya Ewropayê (YE) Karin Karlsbro û Said Abdu û 2 rêveberên hukumeta Swêdê, weşand. Di gotarê de tê xwestin ku 24’ê Nîsanê weke ‘Roja Bibîranîna Komkujiya Ermen-Suryaniyan’ bê pejirandin.

Di gotarê de hate gotin ku tevî 100 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî Tirkiye hê komkujiyê înkar dike û kî qala komkujiyê dike di derbarê wan de doz tên vekirin. 

'ERDOGAN DEMOKRASÎ JI HOLÊ RAKIR'

Wekîl û rayedaran diyar kir ku piştî  derbarê endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê nîqaşên cidî hatine kirin û şûnde, Tirkiye di warê demokrasî, hiqûq mafê mirovan de gelekî bi paş de çûye. Di gotarê de hate gotin ku piştî Erdogan bûye serokomar, demokrasî ji holê rakiye û êrîş û zextên li ser Kurdan û binpêkirina hiqûq û mafan nîşaneya vê ne.

Di gotarê de hate gotin ku mafên kêmaran bi giştî hatine binpêkirin, ji holê hatine rakirin û hate gotin,“Kêmarên xiristiyan hema bêje bi giştî ji holê hatin rakirin.”

Rayedarên partiya Lîberal serokomarê Fransayê Emanuel Macron ji ber biryara wî ya ku 24’ê Nîsanê weke “Roja Bibîranîna Komkujiya Ermeniyan” îlan kiriye, ew pîroz kirin û diyar ku divê ev tevahiya Ewropayê bê qebûlkirin. 

DEMOKRATÊN XIRISTIYAN: JI BO TIRKIYÊ SEBRA ME NEMAYE

Di hejmara duh a rojnameya Svenska Dagbladet de gotara serekê Partiya Demokratên Xiristiyan Ebba Bush Thor û namzetên partiyê yên YE’yê Sara Skyttedal û David Rega ku dixwazin muzakereyên Tirkiyê yên ji bo endametiya YE’yê bên sekinandin weşand.

Di gotarê de hate gotin ku sebra Demokratên xiristtiyan a ji bo Tirkiyê nemaye, lewre divê pêvajoya muzakereyan bê sekinandin, zext li Tirkiyê bê kirin ku li hemberî mafê mirovan û demokrasiyê bihîstiyar be.