Rojnamevan Serdar Karakoç banga piştevaniyê kir

Rojnamevan Serdar Karakoç ku 24 sal in li Hollandayê ye, li ser daxwaza Elmanyayê li Hollandayê hate girtin. Karakoç bi şert hate berdan û di 24'ê Tîrmehê de wê biryar bê dayin ku radestî Elmanyayê bê kirin an na.

Rojnamevan Serdar Karakoç li ser daxwaza Elmanyayê li Hollandayê di 23'ê Gulanê de hate girtin û 14'ê Hezîranê bi şert hate berdan. Di rûniştina 24'ê Tîrmehê de wê biryar bê dayin ku radestî Elmanyayê bê kirin an na. Rojnamevan Serdar Karakoç li ser mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Serdar Karakoç anî ziman ku li ser daxwaza Elmanyayê di 23'ê Gulana 2024'an de li Hollandayê hate girtin û got, "Dema ku hatmi girtin, Elmanyayê xwest ku telefona min bê desteserkirin. Polîsan dema ku ez ji malê girtin, dest danîn ser telefona min a destan, kompûtera min, hard dîsk û hin USB'ê. Dema ku em derketin pêşberî dozgeriyê, me daxwaza radestkirina malzemeyên desteserkirî kir. Li ser vê yekê Hollandayê ji Elmanyayê daxwaza radestkirina van malzemeyan jî kir. Doza di vê der barê de wê 24'ê Tîrmehê pêk were."

Serdar Karakoç anî ziman ku di 14'ê Hezîranê de bi şert hate berdan, pasaporta wî radestî wî nehate kirin û got, "Qedexeya derketina derveyî welat hatiye danîn û hefteyê rojekê diçim qereqolê îmzeyê didim. Di rûniştina 24'ê Tîrmehê de wê biryar bê dayin ku radestî Elmanyayê bikin yan na. Elmanya hinceta girtinê jî dispêre xela 129b. Lê belê hîn em li ser detayên gilînameyê serwext nînin. Parêzerê min ê li Elmanyayê pê re eleqedar dibe."

Rojnamevan Serdar Karakoç anî ziman ku li Ewropayê dema dawî zextên li ser saziyên çapemeniya azad zêde bûn û got, "Gelê me û dostên me hêzên ku ev operasyon kirin û armancên wan baş nas dikin. Li dijî van êrişan tişta ku em herî zêde pê zanin, yanî berxwedana xwe em ê li her qadê, li hundir, li derve dewam bikin. Bang li gelê me, dostan û derdorên demokrat dikim ku li dijî êrişên li ser çapemeniya azad têkoşînê mezin bikin. Her wiha spasiya her kesî dikim, yên ku piştgirî dan."