'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hate lidarxistin
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Belçîkayê cara duyemîn 'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hate lidarxistin.
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Belçîkayê cara duyemîn 'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hate lidarxistin.
Komek ji enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Belçîkayê cara duyemîn pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk nirxandin. Mijara vê carê ya 'Diyalogên bi Rêber Apo re' sîstema komun û kooperatîfan bû.
Siyasetmedar Şîlan Amed bal kişand ser girîngiya diyaloga bi Abdullah Ocalan re û got, "Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ya li ser parastina xweza, azadiya jinê, niha li her devera cîhanê weke çareseriyê tê nîqaşkirin. Ji ber ku hemû reng û dengên jiyana konfederalîzma demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser parêznameyên Rêber Apo vê yekê dibêje: bêyî dewletê jî mirov dikare xwe bi rê ve bibe. Mînaka şênber a vê yekê jî li Rojava ye. Ji ber vê jî parêznameyên niha li ber destê me ne li tevahiya cîhanê tê nirxandin û dibe mijara lêkolînê."
Piştre endama Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Gulistan Ehmed bi rêya Zoomê tevlî bû. Gulistan Ehmed li ser aliyê jiyana komunal û kooperatîfan a li Rojava agahî da beşdaran û qala zor û zehmetiyan jî kir.
Piştî axaftinan li ser komun û kooperatîfan pirs hatin ikrin. Çalakiyê nêzî 2 saetan dewam kir.
Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re wê rojên bê li ser mijarên cuda dewam bike.