Roja yekem a meşa dirêj a li NRW’ê bi dawî bû

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin.

Kurdistaniyên li Dusseldorf a paytexta NRW’ê ya Elmanya dijîn Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan bi meşekê protestokirin.

Roja yekem a meşê bi dawî bû.

Meşa ku bi pêşengtiya FED-MED, YJK-E û NRE hate kirin, saet 11:00’an li pêşiya Dusseldorf DGB Haûsê destpê kir.

Li vir Hevseroka FED-MED’ê Engîn Sever axivî û anî ziman ku Komploya Navneteweyî di kesayeta Ocalan de li ser hemû gelê Kurd didome.

Piştî meşê pankata bi nivîsa ‘Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar dikin.”

Di tevahiya meşa de bê navber dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.

Roja yekem a meşê li pêşiya Dusseldorf HBF’ê bi dawî bû. Sibe wê meş saet 10:00’ê ji pêşiya Dusseldorf HBF’ê dewam bike.