Roja sêyemîn a meşa dirêj: Ciwan ji bo Ocalan dimeşin

Li gel provokasyonên polîsên Elman ên li Darmstadtê jî ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin.

Roja 3'emîn a Meşa Dirêj ku bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe" bi coş dest pê kir.

PROVOKASYONA POLÎSÊN ELMAN

Ciwan serê sibehê li meydana Lûîsenplatzê ya li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê li hev kom bûn û dema ku wê dest bi meşa xwe bikira li provokasyona polîsên Elman rast hatin. Polîsan amûrên deng û teknîkê yên meşvanan yek bi yek kontrol kirin, her wiha al, flama û pankart hemû jî kontrol kirin. Piştre jî ciwanekî enternasyonalîst ê Elman ê tevlî meşê bû destgîr kirin.

Ciwanan li gel van êrişan jî bi biryardarî, moral û coş dest bi meşa xwe kirin.

WÊ BI 20 KÎLOMETREYAN BIMEŞIN

Beşa îro ya meşê bi pêşengiya jin ên ciwan pêk tê. Ciwan wê ji Darmstadtê heta Bensheîmê nêzî 20 kîlometreyan bimeşin.

Polîsan her wiha di dema meşê de dîmenê wan ciwanan kişandin ku dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

'HETA KU OCALAN AZAD BIBE...'

Jin ên ciwan ên tevlî meşê bûn destnîşan kirin ku heta dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn û Ocalan azad bibe wê li ber xwe bidin.

Ciwan wê êvarê li Bensheîmê tevlî semînera 'Rêbertî û jinê' bibin.