Roja ewil ya Meşa Azadiyê bi dawî bû
Roja ewil a Meşa Dirêj a 25 rojan a ji Parîsa paytexta Fransayê ber bi Strasboûrgê ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rue La Fayette-Natîon bi dawî bû.
Roja ewil a Meşa Dirêj a 25 rojan a ji Parîsa paytexta Fransayê ber bi Strasboûrgê ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rue La Fayette-Natîon bi dawî bû.
Meşa ku li Parîsa paytext li Kolana La Fayette ya ku Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku di sala 2013’an de 3 jinên şoreşger ên Kurd lê hatibûn qetilkirin, dest pê kir, bi tevlîbûnek bi coş û berfireh heta Îstasyona Natîonê berdewam kir.
Di seranserê rê de belavokên ku kronolojiya berxwedana 25 salan a Îmraliyê vedibêjin hatin belavkirin, ji radyo, TV, komele, partiyên siyasî û sendîkayên ku berê hatibûn diyarkirin re dosye hatin pêşkêşkirin. Girse bê navber dirûşme berz kirin û posterên ku azadiya Abdullah Ocalan tîne ziman hilgirtin.
5 HEZAR BELAVOK HAT BELAVKIRIN
Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî ku berxwedana 25 salan a Abdullah Ocalan vedibêje hatin belavkirin. Di belavokên hatin belavkirin de hat gotin ku "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê dîl tê girtin, ev 2 sal û nîv in bê ragihandin û têkiliya bi derve re tê girtin. Hat gotin ku, "Agahî nestendina ji rewşa Ocalan û hevalên wî yên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, xem û tirsên li ser ewlekarî û tenduristiya wan bilindtir dike."
Hate diyarkirin ku bi salan e gelek serdanên parêzer û malbatên girtiyên li Îmraliyê bêbersiv mane û hate destnîşankirin ku wê ev rewşa tecrîdê bi têkoşîneke hevpar bi dawî bibe.
CIVÎNA DI DERHQÊ TECRÎDÊ
Piştî meşa ku saet di 18.00’an de bi dawî bû, girse derbasî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bû û sînevîzyona li ser berxwedana Îmraliyê temaşe kirin. Bi tevlîbûna rêvebirên KCDK-E, CDK-F û TJK’ê bi rojeva tecrîdê civînek gel pêk hat. Di civînê de saziyên dîplomatîk ên li ser rêyên pêş ên meşê de bên ziyaretkirin û li dijî tecrîdê tiştên ku bên kirin hatin nîqaşkirin. Piştî pêşniyar û nêrînan civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Komîteya Amadekar a Çalakiyê destnîşan kir ku tevlîbûna xurt a gel a ji bo qonaxa Invalîdes-Républîque ku dê sibe jî weke roja yekem bê lidarxistin, ji bo pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e û spasiya li hemû beşdaran kir.