Roja duyemîn a meşa dirêj bi dawî bû

Ciwanan di roja duyemîn a meşa dirêj de bi 17 kîlometreyan meşiyan û doh êvarê saet 16'an xwe gihandin Lûîsenplatz a Darmstadtê.

Meşa Dirêj ku bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe" ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê ve tê lidarxistin û 120 ciwanên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê tevlî bûne, doh di roja duyemîn de bû.

Di roja destpêkê ya meşê de polîsên Elman hewl dan provokasyonan bikin, alên ji nîşaneyên nirxên gelê Kurd qedexe kirin û ji bo dirûşm neyên qîrîn zext kirin.

Di roja duyemîn a meşê de jî helwesta provokatîf a polîsan dewam kir. Polîsan di meşê de hewl dan dîmen bikişînin, ciwanan jî bi qîrîna dirûşman bersiv dan.

Ciwan dema ku gihîştin Lûîsenplatz a bajarê Darmstadtê sirûd xwendin. Piştre daxuyaniyek dan çapemeniyê û govend gerandin.

Ciwanên ku xwe amade dikirin dawî li roja duyemîn a çalakiyê bînin û biçin Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê bûn hedefa êrişa polîsên Elman.

Komîteya amadekar bi parêzeran re axivî û ragihand ku ciwan wê êvarê bên berdan. Piştre ciwan derbasî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê bûn û beşdarî civîna bîranînê ya gerîlayê PKK'ê Firat Çîçek (Baran Kaya) bûn.