Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dawî bû

Roja destpêkêya Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir bi dawî bû.

Meşa Dirêj ku doh saet di 11:30 de bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo azad bibe" li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir, piştî meşa 15 kîlometreyan bi dawî bû.

Ciwan bi coş û moraleke mezin meşiyan û di salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate kirin nîşan dan ku wê komployê qebûl nekin. Roja destpêkê ya meşê saet di 17:00 de li Dreîeîchê bi dawî bû.

Ciwanan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û di dawiya roja destpêkê de tevlî semînera bi mijara "Rastiya Rêbertî" bûn. Ciwan piştî semînerê li nava malên Kurdistaniyên li herêmê belav bûn.