Roja 51'ê ya greva li Fransayê: Wê li 350 deveran çalakî hebin

Li Fransayê greva li dijî reforma teqawîtiyê di roja 51'ê de ye. Vê Înê wê sendîka bi taybetî veguheziyê bixitimînin.

Projeya teqawîtiyê ya hikumetê ku li bin guhê mûxalefeteke xurt a civakî ket, wê vê Înê pêşkêşî Desteya Wezîran bê kirin. Sendîkayan jî bang kirin ku çalakiyan bigihînin qonaxeke nû.

Tê texmînkirin ku asêkirina seferên trenan û metroyê, wê bandoreke giran li trafîkê bike. Her wiha tê payin ku hin seferên balafiran jî pêk neyên. Li gorî texmînan wê grev bandoreke mezin li herêma Parîsê bike. Li tevna wesayitên giştî yên veguhêziyê de bi taybetî li metroyan wê grev bi xurtî derbas bibe.

Li qada perwerdeyê jî tê payin ku tevlîbûneke xurt çêbibe. Sendîkayan ragihandin ku li ser asta neteweyî wê 40 ji sedî yê dibistanên seretayî tevlî grevê bibin.

LI SEDAN DEVERAN WÊ ÇALAKÎ BÊN KIRIN

Li gelemperiya welêt wê çalakgerên grevê dakevin kolanan. Parêzer, perwerdekar, kedkarên tenduristiyê, xwendekar û Êlek Zer wê tevlî çalakiyan bibin. Banga ji bo çalakiyan ji aliyê sendîkayên karker û karmendan CFE-CGC, CGT, FO, FSU, Solidaires, sendîkayên xwendekarên lîse û zanîngehê FIDL, MNL, Unel û UNL ve hate kirin.

CGT'ê ragihand ku li gelemperiya welêt wê li zêdeyî 350 deveran çalakî pêk werin. Tê payin ku Emniyeta Parîsê jî 5 heta 6 hezar polîsî bixe nava liv û tevgerê.

BENDERGEH WÊ BÊN ASÊKIRIN

Li bendergehan jî ji 22'ê Çileyê ve bi dirûşma "bendergehên mirî" sendîka çalakiyan dikin. Ji ber grevê veguhêziya bazirganiyê bendergehên din ên li Ewropayê jî bi rê ve dibe.