Roja 4'emîn a Meşa Dirêj li Mannheîmê bi dawî bû

Roja çaremîn a meşa dirêj ku ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dest pê kir, roja Sêşemê li bajarê Mannheîmê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst li dijî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî û ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan bi rojane dimeşin.

Di roja çaremîn a meşê de meşvan bi 20 kîlometreyan meşiyan û 11'ê Sibatê roja Sêşemê xwe gihandin bajarê Mannheîmê û mîtîngek pêk anîn.

Mîna rojên beriya wê polîsên Elman dîsa hewl dan provokasyonê bikin. Polîsên Elman car carna dîmenê çalakgeran kişandin û dirûşma "Es Lebe Ocalan (Bijî Ocalan)" qedexe kirin. Polîsan diyar kirin ku hemû dirûşmên navê Ocalan tê de derbas dibin qedexe ne. Tevî vê yekê di mehê de heta niha dirûşma "Bijî Serok Apo" hîn nehatiye qedexekirin.

Meşvanan li pêşiya Natîonaltheaterê ya Mannheîmê mîtîngek pêk anîn. Serokê Dîe Lînke yê Mannheîmê Thomas Rolland li mîtîngê axivî û got, "Fikrên Abdullah Ocalan mafên mirovan temsîl dike. Fikrên wî li dijî neteweperestî û nîjadperestiyê ne."

Mîtîng piştî axaftinan bi gerandina govendê dewam kir û saet di 18:00 de bi dawî bû.

Roja Çarşemê ciwan wê li pêşiya Rathaûs a Lûdwîgshafenê li hev kom bibin û ber bi bajarê Hombûrgê ve bimeşin.