Roja 1’ê ya meşa dirêj a Parîsê bi dawî bû

Roja 1’ê ya meşa dirêj a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpêkiribû, bi dawî bû.

Protestokirina 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê bi meşeke dirêj salvegera Komploya Navneteweyî protesto kirin.

Kurdistaniyên ku vê sibehê dest bi meşê kiribûn, daxwaza azadiya Ocalan dubare kirin.

Gelê ku ji pêşiya Şaredariya Vîlleneûve Saînt Georgesê dest bi meşê kirin, pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hildan.

Meşa ku heta Şaredariya Alfortvîlleyê dom kir, bi sedan belavokên têkildarî komplo û tecrîda li ser Ocalan belav kirin.

Li pêşiya Şaredariya Alfortvîlle mîtîngek hate kirin û di axaftinên li vir hate kirin bal kişandin ser Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan wek modeleke alternatîf nîşan daye, di serî de ji bo Sûriye û gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî.

Di çalakiyê de dosyayeke têkildarî tecrîd û komployê ya li ser Ocalan pêşkêşî Şaredariya Alfotvîlleyê kirin.

Meş wê sibe saet 11:00’an ji pêşiya Şaredariya Ivry-Sur-Seînê destpê bike.