Rodî: Têkoşîna PKK’ê sînorê Kurdistanê derbas kiriye

Ji Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon a HPG’ê Laşer Rodî anî ziman ku Bberxwedaniya li Garê di pêşengtiya Heval Şoreş de hatî pêşxistin rastiya Rêheval Mezlûm Dogan û Rêheval Mahsum Korkmaz nîşan dide.

Ji Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon a HPG’ê Laşer Rodî li ser wateya Newrozê, şehîdên Newrozê, berxwedana gele Kurd û Destana Garê ji ANF’ê re axivî.

Fermandar Laşer Rodî bal kişand ser van  xisûsan:

“Em niha hem wekî gelê Kurdistanê, hem jî wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê di hefteya qehremaniyê de ne. Bê guman di dîroka hemû gelê berxwedêr de, rojên wekî rojê qehremaniyê tên bibîranîn hene. Lê ji bo gelê Kurd, gelê Kurdistanê wekî hefteyeke qehremaniyê, îlan kirina vê û li ser vê esasê tekoşîna xwe bi wate kirin, aliyê xwe yê dîrokî, aliyê xwe yê civakî pir girîng e. Ev hinek jî ji rastiya civaka kurd tê, ji rastiya gelê kurd tê, ji rastiyên dîrokî û civakî yên civaka kurd tê. Ji ber hem wekî dîrok, hem jî wekî rastiyên civakî, gelê kurd, gelê Kurdistanê xwedî dîrokekî pir cuda ye.

Dîroka gelê kurd taybet jî van 200 salên dawiyê hemû bi qirkirinê derbas bûye. Hemû bi êş, bi azar û bi elem derbas bûye. Di nav rastiyeke wusa dîrokî de, bi pêşketina tevgera Apocî, bi pêşketina PKK ê, bi tekoşîna azadiyê ya ku PKK ê meşandiye rastiyên dîrokê yên civaka kurd bi taybet ên 200 salên dawiyê, bi giştî jî yên çend hezar salên dawiyê guhertineke pir mezin jiyan kir. Ya ku girîngiya hefteya qehremantiyê ya di dîroka PKK ê de derketiye holê û vê girîngiyê mezin dike ev rastiyên dîrokî yên civaka Kurd e. Ji bo vê yêkê jî, di ketina hefteya qehremaniyê ya nû de em carekî din destpêkê di kesayeta pêşengê mezin Rêheval Mezlûm Dogan, fermandarê mezin Mahsum Korkmaz û hemû şehîdên qehreman ên tekoşîna azadiyê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Soza gihandina hedef û armancên azadiyê em dûbare dikin.            

Niha bê guman watedayîna me ya hefteya qehremantiyê wekî şênber di kesayeta pêşengê mezin Mezlûm Dogan de ku 21’ê Adara 1982’an bi şêweyê çalakiyekê qehremanî gihiştiye şehadetê û heman deme de 28’ê Adara 1986’an  Fermandarê mezin Rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) bi qehremani şehîd ketiye. Wan rojên di navbera wan herdu şehadetan de hatî jiyîn, em wekî tevger bi salane wekî hefteyeke qehremaniyê bi nav, îlan dikin û li ser vê esasê vê hefteyê derbas dikin. Niha di vir de ya girîngiya vê hefteya qehremaniyê derdixe holê, bê guman guhertin û veguhertinên di kesayeta wan hevalan de, di dîroka Kurdistanê de hatine çêkirin in. Rastiyên ku ji aliyê wan pêşengên mezin Mezlûm Dogan û Fermandarê Mezin Mahsum Korkmaz derxistine holê ne. Guhertinên ku di aliyê civakî, dîrokî, siyasî, îdolojîk, fikrî, zîhnî û jiyanî û dîsa kesayeta Kurd de tê çêkirine ne. Ya ku asta qehremaniya derketiye holê di dîroka PKK ê de ji ber kesayeta wan pêşengên mezinde şênber dibe, ya ku girîngiya vê hefteyê derdixîne holê jî ev yêk e.             

Niha wekî destpêk bê guman derfetên derketina PKK ê di dîroka Kurdistanê de derfetên pir zehmet bûn. Ji bo civaka Kurd, rewşa civaka Kurd, şert û mercên civaka Kurd têde derbas dibû Serokatî wekî qirkirin bi nav kir. Gelê Kurd wekî gelê di nav pençê qirkirinê de bi nav kir. Di pêvajoyeke wusa de gelê Kurd derbas dibû. Bi teybet di van sedsalên dawiyê de, di serî de deshilatdariya faşîst a dewleta Tirkiyê û hemû dewletên din ên dagirker li ser Kurdistanê, li ser her çar perçeyên Kurdistanê de civaka Kurd di nav qirkirineke pir mezin de derbas dikir in. Heta mirov dikare wusa bibêje ku hema bêje civaka Kurd êdî bênefes mabû hatibû xeniqandin, êdî bi navê Kurd û Kurdayetiyê hemû nirxên dîrokî hatibûn tinekirin, ber bi tinebûnê ve diçûn. Li ser vê esasê civaka Kurd di zilmeke pir mezin de derbas dibû. Hem polîtîkayê qirkirinê, hem jî politîkayê asîmîlekirinê êdî wekî nasname, wekî fikir, wekî taybetmendiyên civakî, wekî kevneşopiyên civakî civaka Kurd ber bi tinebûnê ve diçû. Heta sîstemên dagirker ên li ser Kurdistanê ew rewş karîkatîroze jî kiribûn. Bi taybet piştî îsyana Agirî êdî civaka Kurd xistibûn mezeleke beton de û wana Kurd wekî definkirî pênase kiribûn. Rastiyeke wusa hatibû pêşxistin.

Tam di vê pêvajoyê de ku civaka Kurd êdî wekî nasname ji holê radibû, wekî ziman ji holê radibû, wekî nirxên civakî ji holê radibû û wekî nirxên dîrokî ji holê radibû pêvajoyeke wusa de derketina PKK ê çêbû. Mirov dikare derketina PKK ê wekî mûdaxeleyekê ji bo dîroka Kurdistanê pênase bike. Di vê nûqtê de guhertin û vegurtinên van 40 salên dawiyê PKK ê di dîroka Kurdistanê de çêkirî, guhertin û veguhertinên pir bi lezin, pir bi kokin û pir xurtin. Ev guhertin û veguhertin ê ku dihêle Kurd careke din nasnamê qezenç bike, Kurd carekê din wekî gel, wekî netev derbikeve ser dîka dîrokê û li ser vê esasê xwe bi hebûn bike. Hem bi hebûn kirina xwe bikaribe gelên derdora xwe jî, civakên bindest ên derdora xwe jî bandor bike û li ser vê esasê dîroka mirovatiyê bi giştî lê bi taybet jî dîroka Rojhilata Navîn nûda binivîsîne. Ji bo vê yêkê derketina PKK ê derketineke sererastkirina dîrokê ye.

A KU NASNAMEYA PKK’Ê BI PKK’Ê DIDE QEZENÇKIRIN MEZLÛM DOGAN E

Di vir de çima ev girîng e? Ji ber ku ya ku PKK ê dike PKK, a ku nasnama wê pê dide qezenç kirin, a ku îdolojiya wê û hemû diyardeyên ku îdolojiya PKK ê pêk tînin ev in ê ku di kesayeta qehremanên di dîroka PKK ê de pêş ketine. Li ser vê esasê ev dîrok şikil kirin e. Ew di kesayeta wan de derdikeve holê. Di vê nûqtê de jî wekî destpêk ji Heqî Karer bigre ji vê şundetir jî hemû qehremantiyên ku çêbûne, hemû şehadetên ku di dîroka PKK ê de çêbûne di nav vê yêkê de cihe digrin. Li vir de ya taybet di kesayeta Mezlûm Dogan de tê ziman şênber bûyîn û bilindbûyîna nasnameya PKK ê ye. Yanê girîngiya kesayeta Mezlûm Dogan wekî pêşengekê tevgerê, wekî serokekê tevgerê di vir de derdikeve holê. Ji ber ku PKK esas nasnameya xwe di kesayeta Mezlûm Dogan de qezenç dike. Taybetmendiyên xwe yê Partîbûyînê di nasnameya Mezlûm Dogan de qezenç dike. Taybetmendiyên xwe yên jiyanî di nasnameya Mezlûm Doxan de qezenç dike. Nasnameyên xwe yên milîtantiyê di nasnameya Mezlûm Dogan de qezenç dike. Ji bo vê yêkê jî kesayeta Mezlûm Dogan kesayeteke ku ya rastî bi jiyana xwe, bi rêxistinbûyîna xwe, bi kadrobûyîna xwe, bi milîtantiya xwe, bi pêşengtiya xwe û bi seroktiya xwe nasnameya PKK ê bi PKK ê dide qezenç kirin. Bi taybetmendiyên xwe yên jiyanî nasnameya xwe dide PKK ê. Di vê nûqtê de jî Mezlûm Dogan bi çalakiya xwe vê digihîne lûtke yê. Mirov dikare vê pênaseyê pir rehet bike; ya ku nasnameya PKK ê bi PKK ê dide qezenç kirin Mezlûm Dogan e. Bê guman ev wekî destpêkekê ye û hemû pêşketinên ku wê şundetir jî ya ku di dîroka PKK ê de mohra xwe lê dixe ji vê destpêkê çavkaniya xwe digre.

Di vê nûqtê de çavkanîbûyîn ji bo qezençkirina nasnamê, ji bo pêşketinên îdolojîk, siyasî û civakî ku di nav civaka Kurd û Kurdistanê de çêbûyî destpêkeke girîng e, pêşketineke girîng e. Ya ku girîngiya kesayeta Mezlûm Dogan derdixîne holê ev yek e. Niha ev ji bo çi girîng e? Ya yêkemîn civaka Kurd a ku ber bi tinebûne ve diçe ji nû ve bi PKK ê îrade qezenç dike. Civaka ku îradeya wê hatî tinekirin, hatiye zeîfkirin êdî nema dikare li ser navê xwe yêk gotinê bibêje, ji zimanê xwe, ji çanda xwe dûr ketî, hebûna xwe êdî nevêre bîne ser ziman, bi tirs tîne ziman ewqas ji xwebûyînê derketiye di kesayeta PKK ê de ev civak ji nû ve îrade qezenç dike. Îradebûyîn di vê nûqtê de girîng e. A duyemîn, PKK asta herî jor a rêxistinbûyîna civaka Kurd îfade dike. Di vir de diyardeya rêxistinbûyînê xwedî girîngiyeke din e. Ew jî ji bo bi îradebûyîn, bi gotinbûyîn, bi fikirbûyîn û ji bo hebûna xwe hem derbixîne holê, hem jî hebûna xwe azad bike, xwe ji hemû bandoriyên dagirkeriyê xilas bike, hemû bandoriyên koletiyê xilas bike, rêxistinbûyîn jî girîngiyeke dine ku di kesayeta PKK ê de di nav civaka Kurd de pêşketiye. Ji bo vê yêkê jî şêweyê rêxistinbûyîna ya PKK ê bi taybetmendiyên xwe di kesayeta Mezlûm Dogan de qezenç dike. Niha ev girîngiyê dîrokî ne. Di heman demê de girîngiyên ku rojane jî bandora xwe li ser civaka Kurd, li ser berdewamiya têkoşîna PKK ê û li ser hemû milîtantiya PKK ê a ku di vê dîrokê de derdikeve holê dike. Di mervên herî zehmet de yên wekî zindana Amedê de em di nirxînin, di aliyê dagirkeriya dewleta Tirk piştî derbeya 12’ê Îlonê ku faşîzm di asta lûtkeya xwe de li ser civakê tê meşandin, di mercên wusa yên herî zehmet de rêheval Mazlûm Dogan, pêşengê mezin Mazlûm Dogan bi îradebûyînê ew faşîzm hilveşand. Bi îradeya ku danî holê, bi berxwedaniya ku pêşxistî, bi taybetmendiyên kesayetê yê ku derxistine holê li ser vê esasê bi wan taybetmendiya şêweyê mirovê nû, Kurdbûyîna nû derxistiye holê. Rêheval Mezlûm Dogan bi vê çalakiya xwe jiyana ku ji vê şundetir bi navê kurdayetiyê bê jiyan kirin, bi navê mirovatiyê bê jiyan kirin di vê dîrokê de raberê me hemûya kiriye.

Niha ev rewşeke pir girîng e. Yanê di şert û mercên zindana Amedê de rewşên ku tên jiyîn, êşkence, qetlîam, kuştin, ew zextên ku tên jiyîn; di wan rewşa de derketina wekî derketeneke rêheval Mezlûm Dogan meşandina têkoşînê nişan dide, îradebûyînê nîşan dide û beriya hertiştî serkeftinê nîşan dide. Ya girîng jî ev yêke. Di şert û mercên herî zehmet de serkeftin çawa tê bidestxisitin mirov çawa dikare serbikeve, mirov çawa dikare dijminê hov bin bixe nîşan dide. Mezlûm Dogan bi çalakiya xwe vê yekê nîşan dide. Ev êdî di dîroka PKK ê de di dîroka Kurdistanê de wekî kevneşopiyekê pêşdikeve.

Ê KU DI KESAYETA RÊHEVAL MEHSÛM KORKMAZ DE TÊ ZIMAN, KESAYETA PÊŞENG Ê RÊHEVAL MEZLÛM DOGAN E

Bê guman a ku di kesayeta Mezlûm DoGan de derdikeve, di kesayeta hevalên din ên pêşeng de jî berdewan dike. Di pêşengtiya Hevalê Ferhat, Hevalê Mehmûd, Hevalê Eşref û Hevalê Necmî çalakiya ku agir bi bedena xwe xistin ev kevneşopiya berxwedaniyê berdewam kir. Dîsa 14’ê Tîrmehê di pêşengtiya rêheval Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ev kevneşopî berdewam kir. Ev kevneşopî êdî di zindanê de taybetmendiyên PKK ê hîn şênbertir kir. Kesayeta PKK ê, kesayeta berxwedêr hîn şênbertir kir. Li ser vê esasê ya ku rastiya PKK ê bi îradeyeke pola derxist holê, ew dagirkeriya ku di Kurdistanê de ewqas bandora xwe li ser civaka Kurd kiriye, ewqas civaka Kurd wekî ku pelixandiye, ewqas civaka Kurd hilweşandiye derketina PKK ê, îrade qezençkirina PKK ê ya ku îradeya bi pola ew dagirkerî hiweşand. Ew sîstema dagirkeriya ku li ser Kurdistanê bêbandor kir. Îcar li vir a girîngiya vê derdixîne holê ev yek e, di şertên herî zehmet de ev îrade derdikeve holê. Lewma ez dixwazim bal bikşînim li ser vê yêkê. Rewşên wekî rewşê zindana Amedê de derdikeve holê di encama faşîzma 12’ê Îlonê ye. Ev kevneşopî heya roja me ya îro li hemû çiyayên Kurdistanê, li hemû bajêrên Kurdistanê, di hemû kesayetê Kurdistanê de bandor kiriye êdî li ser vê esasî tişta ku derdikeve holê wekî ku xuliqandina civakeke nû ye, avakirina civakeke nû ye, derdxistina civakeke nû ye. Ev civaka berê di mezelê de xistibûn bin betonê de, ev civak nûde zindîkîrine, ev civak di nû de şînkirine, derxistina vê civakê ye. Girîngiya derketina Rêheval Mezlûm Dogan di vê dere de derdikeve holê. Ev kevneşopî ya ku PKK nasnameya xwe di zindanê de çêdike û îradeya PKK ya ji pola di zindanê de çêdike rastiya vê ya îradebûnê, rastiya vê ya rêxistinbûnê, rastiya vê ya milîtantiya ku vê demê derketiye piştre pêl bi pêl hemû çiyayên Kurdistanê belav dibe. Asta gerîlatiya ku di Kurdistanê de derdikeve ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. Rastiya ku di kesayeta Mezlûm Dogan de çavkaniya xwe digre.

Di vê nûqtê de derketina gerîla li çiyayê Kurdistanê, berxwedaniya gerîla li çiyayên Kurdistanê, destpêkirina tevgera gerîla, şerê gerîla li çiyayên Kurdistanê ya di 15’ê Tebaxa 1984’an çavkaniya xwe ji vê berxwedaniyê digre. Di vir de ya ku li çiyayê Kurdistanê de pêşengtiya şerê gerîla dike, fermandariya vê dike, yê ku şer pêş dixe, şer dide destpêkirin û dîrokê ji nû ve dide nivîsandin Rêheval Mahsum Korkmaz e.

Rêheval Mahsum Korkmaz kesayeteke ku ji aliyê Mezlûm Dogan ve bi partiye tê qezençkirin e. Li vir de a girîng ev e ku em rastiya vê heqîqetê bixwînin. A ku di kesayeta Rêheval Mahsum Korkmaz de tê ziman, a ku di kesyeta wî de derdikeve holê, ya ku di kesayeta wî de îradeya xwe qezenç dike ji kesayeta pêşeng a Rêheval Mezlûm Dogan e. Ji vir çavkaniya xwe digre. Waye hem wekî gel, hem jî wekî milîtanên tevgera Apocî em wusa dixwînin. Kesayetek dema xwe di xuliqîne, kesayetek dema xwe digihîne heqîqetê, kesayetek dema bi hemû kêliyê jiyana xwe, bi hemû şaneyên xwe bi têkoşînê, bi berxwedaniyê bi îradeya azad bi azadiyê re dibe yêk ev kesayet dikare dîrokê jî biguherîne, dikare civakê jî biguherîne. Ev kesayet di têkoşîna ku berdewamiya xwe de jî her jiyan dibe. Ji bo vê yêkê jî a ku di kesayeta fermandarê mezin Rêheval Mahsum Korkmaz de derdikeve dîsa dûbare jiyan kirin û pêşxistina vê rastiya PKK ê ye. Ew rastiya ku bi berxwedaniya zindanê ya ku di pêşengtiya Mezlûm Dogan de destpêkiriye nasname qezenç kiriye. Di vê nûqtê de jî ji vê şundetir êdî ev îradeya ku derketiye holê, ev berxwedaniya ku derketiye holê ev îrade êdî nema bê tinekirin. Ev îrade serkeftinê û zaferê mîsoger dike.

TIŞTÊN KU DI KESAYETA FERMANDAR EGÎD DE DERKETÎ HOLÊ, JI NÛ VE ZÎNDÎBÛYÎNA HEMÛ BERXWEDANIYÊN DÎROKA MIROVAHIYÊ YE

Di dîroka PKK ê de ji wê demê heya niha ev serketin bi sedan cara, bi hezaran cara derketiye holê. Kurdbûyîna nû derketiye holê. Mirovê nû yê Kurdistanî derketiye holê, mirovê azad ê Kurdistanî derketiye holê. Waye îro li serê çiyayên Kurdistanê û hemû bajarên Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê asta tekoşîna PKK ê gihiştiye asteke nû. Ya ku ev asta nû derxistiye çiye, şerê gerîla ya ku di fermandariya Mahsum Korkmaz de destpêkiriye ye. Gerîlatiya nû ya mînak demên ku hemû kesîmên xwediyê sîstemê ku berxwedaniya gelan nas nake, berxwedaniya gelan wekî ku tine dihesibîne û wekî ku îradeya gelan hatiye şikandin xwe wusa pênase dike. Di serdemeke wusa de niha gerîlatiya Kurdistanê de pêşketibû û hîn jî pêş dikeve vê yêkê îspat dike. Îspat dike ku hemû gelên berxwedêr, hemû gelên bindest bi hemû şêweyên tekoşînê dikarin li dijî dagirkeriyê li dijî emperyalîzmê, li dijî modernîteya kapîtalîst xwe li ser lingan bigrin, xwebûyîna xwe çêbikin û xwe bi gihînin azadiya xwe. Ev ew asta gerîlatiya ku di Kurdistanê de îro jiyan dibe, ev gerîlatî ew e ku ya fermandarê mezin Mahsum Korkmaz dayî destpêkirin. Ji bo vê yêkê jî kokê gerîlatiyê evqas xurtin û bi hêzin. Kokê vê gerîlatiyê êdî nema dikarin bên zuhakirin û nema dikarin bên çikandin. Çima? Ji ber ku çavkanî çavkaniyeke xurte. Xwe bi kokên xwe yê dîrokî yê berxwdaniya hemû civakên bindest ku di serdema moderniteya kapîtalîst bi taybet, lê bi giştî jî şaristaniya navendî de tê jiyan kirin çavkaniya xwe ji vê yêkê digre. Di vê nûqteyê de mirov dikare vegotineke wusa pir rehet bi kar bîne. A ku di kesayeta Fermandar Rêheval Egîd derketiye holê ji nû ve zindîbûyîna hemû berxwedaniyên dîroka mirovahiyê ye.

Rastiya ku îro rojane li Rojhilata Navîn tê jiyîn bi taybet Kurdistanê lê bi giştî Rojhilata Navîn tê jiyîn jî vê rastiyê careke din derdixe holê û di deyne pêşiya me. Vêya ji bo vê yêkê dibêjim, îro têkoşîna PKK ê êdî sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Îro hemû civakên Rojhilata Navîn bi vê têkoşînê bandor dibin û li ser esasê têkoşîna ku PKK ê derxistiye holê dixwazin xwe bigihînin azadiyê. Îdolojiya ku PKK ê înşa kiriye, îdolojiya di PKK ê de tê jiyan kirin, pêşbiniyên PKK ê yên azadiya civaka, azadiya hemû kesîman, azadiya jinê û pêşbiniyên PKK ê yên azadiya ciwana, ji bo hemû gelên din, civakê din bûye ronahiyek ku pêşiyê vedike. Êdî li ser vê esasî em dibêjin sînorên Kurdistanê derbas kiriye, sînorên civaka Kurd derbas kiriye.

‘TÊKOŞÎNA PKK’Ê BI HEMÛ ZINDÎTIYA XWE HÊVIYÊ DIDE HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊN BINDEST

Îro baş tê îspat kirin ku bê ku îdolojiya azadiyê a ku di kesayeta PKK ê de tê jiyan kirin ti îdoloji û paradîgmayên din, ti felsefeyên din pirsgirêkên rojhiatanavîn nikare çareser bike. Ya girîng ev yêke. Bi taybet van çend salên dawiyê de ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bûne girêk ev yêkê rasttir derdixîne holê. Di vê noxtê de têkoşîna PKK ê bi hemû zindîtiya xwe hîn jî berdewam dike. Têkoşîna PKK ê bi hemû zindîtiya xwe hîn jî cîhê hêviyê ji bo hemû kesîmên bindest e. Têkoşîna PKK ê bi zindîtiya xwe hêviyên pêşerojek azad ji bo hemû civaka derdixîne holê. Bi taybet jî têkoşîna ku Rêber Apo nîşan dide ruxmê ku hemû êrîşên li ser Rêber Apo tên meşandin îro derveyê civaka Kurd di serî de civaka Ereb û hemû civakê din ê Rojhilata Navîn, hemû civakên bindest ku bê nasname hatine hiştin ji Asuriya bigre heya Keldaniya, heya Sûryaniya, heya Ermeniya û heya Tûrkmena ji bo hemû civakên din wekî rojekê dibiriqe. Di vê nûqteyê de jî ya ku vê zindîtiyê jî nîşan dide, a ku vê îdolojî û paradîgmaya Rêber Apo neteva demokratîk, wekî felsefeya neteva demokratîk, wekî îdolojiya neteva demokratik, wekî moderniteya demokratîk a ku zindî înşa dike têkoşîna vê dimeşîne dîsa gerîlayên Kurdistanê ye.

BERXWEDANIYA LI GARÊ BI PÊŞENGTIA HEVAL ŞOREŞ DE HATE KIRIN, RASTIYA RÊHEVAL MEZLÛM DOGAN Û MAHSÛM KORKMAZ NÎŞAN DIDE

Di vê nûqteyê de wekî fîzîk destgirtina qehremantiya ku di PKK ê de hatiye jiyîn wê pir şaş be. Pêşengê mezin Rêheval Mezlûm Dogan, dîsa fermandarê mezin Rêheval Mahsum Korkmaz tenê wekî qehremanên ku di demekê de tekoşîn meşandine, ji bo demekê rol lîstine û şehîd ketine em nikarin wusa bigrin dest. Pêwîste wekî ku heya roja me ya îro jiyan dibe û ji niha şûnde jî wê jiyan bike wusa bê destgirtin. Rojane a ku li çiyayên Kurdistanê tê jiyîn bi taybet van çend salên dawiyê hîn zêdetir xuya dibe. Ji ber ku di kesayeta faşîzma AKP û MHP ê de dagirkerî û faşîzm di asta herî bilind da îro tê jiyîn, rojane berxwedaniya ji aliyê gerîla ve tê pêşxistin rastiya ku niha me aniye ziman rastiya Rêheval Mezlûm Dogan, rastiya Rêheval Mahsum Korkmaz nîşan dide.     

Waye demekî berê niha, li Garê berxwedaniya ku di kesayeta Rêheval Şoreş Baytûşebap de derketiye holê carekî din îfadeya vê yekê ye. Berxwedaniya di Heftanîn de tê meşandin îfadeya vê yêkê ye. Di pêşengtiya rêheval Bargiran, rêheval Esmer, Rêheval Zelal de hatiye jiyîn îfadeya vê yekê ye. A ku di Garê de di pêşengtiya Rêheval Şoreş û hemû hevalên din ê ku di vê pêvajoyê de şehîd ketine îfadeya vê yekê ye. Di kesayeta wan hevalan de ya ku xwe digihîne vê îfadeyê kesayeta rêheval Mahsum Korkmaz e. Asta fermandartiya ku Rêheval Egîd derxistiye holê ev aste. Ji bo vê yekê jî hema tenê pêvajoyeke ku hatiye jiyîn û derbasbûye mirov nikare wusa bigre dest. Ev êdî bûye ruhek, bûye zîhniyetek, bûye îdolojiyek, bûye lê nêhêrandinek. Hemû kêliya jiyana şoreşgertiya PKK ê hemû kêliyê jiyana milîtantiya PKK ê bi vê ruhê hatiye dagirkirin, dagirtiye. Li ser vê esasê a ku Rêheval Mezlûm Dogan daye destpêkirin, a ku bi Rêheval Mahsum Korkmaz berdewam kiriye, ya ku bi berxwdaniyên zindanan dewam kiriye, ya ku li çiyayên Kurdistanê bi dehan salaye berdewam dike bi hezaran qehremantiyên ku derketine holê ev yêk kesayeta Kurd a nû îfade dike. Ev yêk dîroka Kurd, civakîbûyîna Kurd a nû îfade dike û ev îro sînorên xwe jî derbas dike. Îro ya ku tê jiyan kirin ev yêke. Ev rastiya ku di kesayeta qehremanên tekoşîna azadiyê de derketiye holê heman demê de mîsogerkirina serkeftina mezine jî. Di vê noxtê de em wekî milîtanên tevgera Apocî, em wekî gerîlayên Kurdistanê carekî din sozê serkeftinê didin qehremanên mezin, di serî de Rêheval Mezlûm Dogan, Mahsum Korkmaz û hemû qehremanên din ên Kurdistanê."