Riza Baran hêjayî nîşana Eyaleta Berlînê hate dîtin

Yek ji kesên ku îsal hêjayî nîşana Eyaleta Berlînê hate dîtin siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran bû. Baran nîşan ji Şaredarê Berlînê Muller wergirt.

Eyaleta Berlînê ya Elmanyayê nîşanê dide kesayetên ji beşên cuda yên civakê ku xizmetê ji bajêr re dikin. Rêveberiya Eyaletê îsal jî 13 kes hêjayî nîşanê dîtin. Ji bo nîşanê jî li avahiya dîrokî ya şaredariya Berlînê merasîmek pêk hat.

Yek ji kesayetên ku di merasîmê de ji destê Şaredarê Berlînê Mîchael Muller nîşan wergirt, siyasetmedarê Kurd Riza Baran bû. Baran di heman demê de bi perwerdekariya xwe jî yekî naskirî ye. Rêveberiya Eyaletê ji ber hewldanên Baran ên ji bo 'wekheviya perwerdeyê' hêjayî nîşanê dît.

Riza Baran ku ji sala 1963'an ve li Elmanyayê ye, tevî gelek saziyên Kurdan her wiha tevlî damezrandina gelek komeleyên Tirkiyeyî jî bû. Demeke dirêj li Sendîkaya Zanistî û Perwerdeyê (GEV) bi rengekî çalak xebitî. Demekê ji bo Eyaleta Berlînê jî bi rêjeyeke bilind a dengan hatibû hilbijartin.