Rewşa tenduristî ya Elî Wezîr ê Rojavayî xeter e

Rewşa tenduristî ya Elî Wezîr ê ji Rojava ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û bêdengiya NY’yê û saziyên mafê mirovan agir berdabû xwe, xeter e.

Rewşa tenduristî ya Elî Wezîr ê ji Rojava ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya NY’yê û saziyên mafê mirovan  li pêşiya Ofîsa Cenevre ya NY’yê vê sibê agir berdabû xwe, xeter e.

Elî Wezîr ê piştî çalakiya xwe pêk anî û şûnde ji aliyê Polîsaên Cenevreyê ve bi helîkopterê rakirina Nexweşxaneya Navendî ya Zanîngeha Lozanê (CHÛV) û li beşa lezgîn dest bi tedawîkirinê kirin. Li ser rewaş Wezîr ê tevî hatiye emelyatkirin lê hê jî rewşa tenduristiya wî xeter e, doxtorê nexweşaneyê agahî da ANF’ê. Doxtor anî ziman ku hê jî xeteriya Wezîr heye.

Doxtoran anî ziman ku ji sedî 84’ê bedena Wezîr şewitiye û ji bo bijî ketine nava hewldanan ji bo tiştekî zelal jî bêjin divê herî kêm 48 saet derbas dibin.

‘BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’

Bendewariya malbat û hevrêyên wî yên li pêşiya nexweşxaneyê didome. Kurdistaniyên li Lozan û Cenevreyê dijîn jî bi çalakiyên li pêşiya nexweşxaneyê lidar dixin, piştevaniya çalakiyên Wezîr derdikevin.

Bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya nexweşxaneyê wêneyên Wezîr û kesên di êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin hildan hatin ba hev, ji vir heta Qada Rîponne meşiyan. Di meşê de dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bêdengî wateya hevkariyê ye’ qîr kirin. Bang di serî de li NY û hemû hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewletaa Tirk têkevin tevgerê.

Elî Wezîr ê 31 salî ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Zewicî û xwedî du zarokan e. Wezîr 4 sal in li bajarê Esse ê Elmanyayê dijî.