'Rêwîtiya Azadiyê' bi coş bi dawî bû: Em ê her derê bikin qada berxwedanê

Meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ku di 4’ê Îlonê de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi beşdariya nêzî 240 ciwanên Kurd û enternasyonalîst destpê kir, îro li bajarê Kolnê bi coş bi dawî bû.

Meşa ku ciwanên Kurd û ên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dortmund ê Elmanyayê dabûn destpêkirin, di roja 5’emîn de li Koln Mulheîmê bi dawî bû.

Ciwanan ji roja Duşemê ve bi qasî 80 km meşiyan û gihiştin hedefa xwe. Di roja dawî ya meşê de çalakgeran dem bi dem bi provakasyonên faşîstên Tirk û polîsên Elman re rû bi rû man, lê bi hesasiyeta ciwanan hatin pûçkirin.

Di dawiya meşê de çalakvanê bi navê Sînan Tolhildan axaftinek kir.

‘HETA KU AZADIYÊ BI DEST BIXIN HER DER CIHÊ BERXWEDANÊ YE’

Tolhildan diyar kir ku ew bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolanên Elmanyayê çalakî li dar dixin û wiha got: “30 meh in em agahî ji Rêber Apo nagirin. Li gel ku ev rewş ji aliyê hemû dewletên hegemon ve tê zanîn jî, heta niha ti gav nehatiye avêtin. Tu aliyê hiqûqî ya vê bêdengî û qebûlkirinê nîne. Em ê li dijî vê bêdengiyê her roj li kolanan bin. Dibe ku em îro çalakiya xwe ya 'Rêwîtiya Azadiyê' bi dawî bikin, lê helwesta me ya têkoşînê wê her tim li pêş be. Ev sala ku em weke sala serketinê dinirxînin, wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi encam bibe. Em ê li ser vê esasê her tim di nav têkoşînê de bin.

Em ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Her ciwanê Apoyî ku tevlî vê çalakiyê bû, divê xwe li ser esasê paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bigire dest. Li ser vê bingehê em careke din bang li ciwanên Apoyî dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin.”

‘CIWAN WÊ KURDISTANÊ AZAD BIKIN’

Hevserokê FED-MED’ê yê NRW’ê ku bi pişt re mafê axavtinê girt, meşa ciwanan silav kir û wiha axivî: ‘’Ciwanên Kurd wek her car fedaîtiya Rêber Apo dikin. Spasiya her ciwanê/a Kurd û enternasyonalîst dikim ku tev li vê meşa dirêj a bi rûmet bû. Ewqas ciwanên me ku xwe li dora xwe Rêber Apo kirine xelek, wê Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.’’

‘NE BI GOTINÊ LÊ BI TÊKOŞÎNÊ EM Ê ÎSPAT BIKIN’

Andrea Wolf ku li ser navê Komunên Ciwanên enternasyonalîst mafê axaftinê girt, got: ‘’Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li têkoşîna xwe dewam bikin. Li ber polîtîkayên tunekirina yên Komara Tirkiyeyê li ber xwe bidin. Her wiha di serî de Elmanya divê mirov durûtiya hemû dewletan bibîne. Ne bi gotinê lê bi têkoşînê em ê vê îspat bikin.’’

Piştî axaftinan ciwanan dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Me bi ciwanî dest pê kiriye, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin û govend girt.