Remziye Altûg li Hanaûyê hat bibîranîn

Remziye Altûg ya ku li Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Hanaûyê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Remziye Altûg ya ku di 22’ê Cotmehê de li Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li bajarê Hanaû yê Elmanyayê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Hessenê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaûyê bi beşdariya malbata Remziye Altûg hate lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê apê şehîd Xebat Tamûr axivî û da zanîn ku Remziye ne şehîda yekem e, şehîda 14’emîn a malbatê ye. Tamûr anî ziman ku ji ber ku welatê me Kurdistan dibin dagirkeriyê de em têkoşîna azadiyê dimeşînin û got: “Heval Remziye bi salan li Bakur xebat meşand. Heval Remziye du zarokên xwe teslîmî malbata xwe kir û berê xwe da Rojava. Di serî de serê Rêber Apo, hevrêyên Remziye û serê gelê Kurd sax be.“

Di bîranînê de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zeynep Zelal jî axivî û got: “Roman jî têra vegotina jiyana şehîdan nakin. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bêexlaqî êrîşî gel dike.“

Piştre birayê Şehîd Remziye Altûg, Yûnûs Altûg axivî û got: “Şehîd Remziye dayika du zarokan bû. Ji ber welatparêziya ku ji malbatê maye, hişmendiyeke civakî ava bû. Li hemberî neheqî û zilmê nikarîbû bêdeng bimîne. Li Tirkiyeyê têkoşîn kir. Piştî ku têkoşîna siyasî hate astengkirin berê xwe da Rojava û her du zarok û malbata xwe li wir hiştin. Jineke serhildêr bû û di jiyana xwe ya malê de jî nikarîbû tehemûlê neheqiyê bike. Ew dilgeş û bi ken bû. Ew jinek ku li her derê çi hewce dikir dikir û di jiyana xwe ya pratîk de gelek tişt îsbat kir. Tenê xeyalek wê hebû; Rêbertiya azad û Kurdistana azad. Wê hemû jiyana xwe ji bo vê da. Keça wê Dilda 10 salî û kurê wê Dilgeş 17 salî bû û ji bo wê 26 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.“

Di bîranînê de herî dawî li ser navê Komeleya Malbatê Şehîdan axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Bîranîn bi pêşandana sînevîziyonê bi dawî bû.